#Mektûb2025: Milan Hemo

26/12/2025
118 caran hatiye xwendin

Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike.  Milan Hemmo bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.


Ev demeke dirêj e ez zanim ku Tirk bi prozodî û fonetîka Kurdî nizanin. Yanî wexta ku Tirk axaftina Kurdî dibihîsin nizanin ew ziman Kurdî ye yan na.

Û ev demeke dirêj e ez tiştekî din jî zanim: Wexta ku mirov bi tiştekî nizanibe, mirov ji ew tiştî ditirse, li ber ew tiştî uskut dibe yan jî je dûr dikeve.

Sala 2025an bi van her du malûmatan ez li Îzmîrê, li Kıbrıs Şehitleri Caddesiyê bûm. Îsal li vî bajarî li ser vê cadeyê min zimanê xwe li ser miletê Tirk tecrûbe kir. Kesên wek anketoran, wek Greenpeaceçîyan, kê xwe avêt pêşîya min, ji bo dev ji min berde ez bi wî re yan bi wê ra bi Kurdî axivîm. 

Wexta ku Tirk, Kurdî dibihîsin çavên wan fireh dibin, şaş dimînin. Fahm nakin, ditirsin û dibêjin ‘’Oww, sorry..’’ û diçin. Tirk dev ji zanebûna çend peyvên Kurdî berde, hîn nizanin şiklê axaftina Kurdî çawa ye.

Îsal rojekê dîsa anketorekî ez sekinandim. Hîn gotina xwe neqedandibû ez pê ra bi Kurdî axivîm. Anketor sekinî, li rûyê min nihêrî û bi Tirkî got ‘’Ne wek xerîban e jî’’ û berê xwe zivirand û çû. Min li dû wî got ‘’Erê ez ne xerîb im, ez cîranê te me, lê tu min nas nakî.’’ 

Sala 2025an diqede, li Îzmîrê, Tirk hîn jî şiklê axaftina Kurdî nizanin. 

Milan Hemmo

Kekê Milan,

A min, min bi salan e terka minaqeşeyan bi Tirkan ra kiriye. Tirk hene, tune ne, li ku ne, çi dikin, ji zimanê me hez dikin yan jê nefret dikin, ne bala min li ser e ne jî xema min e. 

Tirk li mala xwe, ser meseleya zimên min minaqeşeyên bi Kurdan ra jî terikandiye. Tu ji min bipirsî, bi qasî ez dibînim Kurdî-Kurmancî meseleyeka pir jî ne mihîm e bo vî miletî. Însanên me elimîne, xwe li gazincên mexdûrîyetê digirin tim, lê eşkere ye, Tirkîya Tirkan kêf û konforê dide wan.

Hene hinek camêr-canikên wek te ku dixwazin li xerîbîyê û xurbetê jî zimanê wan were bîhistin û dîtin. Ez zanim li Îzmîrê dilê te li ser zimanê me dişewite, lê ecêb e dilê min jî li Riha, Diyarbekir û Mêrdînê, li van bajaran, li van merkezên Kurdan, li ser zimanê me dişewite.

A te, tu dikarî li Îzmîrê herî xwe li behrê bigirî heyran, tu dikarî bi wê avê şewata dilê xwe vemirînî. Lê a min, ez li vir, li vê sêgoşeya disincire, li miletê me dinêrim ku min bi Kurmancîya min, xerîb, ji Zaxok û Duhokê dihesîbînin. 

Tirk dikarin ji zimanê me hez nekin, dikarin ji zimanê me nefret bikin. Lê ez nizanim Kurmancan xêr e ku ewqas dûr direvin ji vî zimanî. Gerek em qebûl bikin, êdî asîmîlatorên Kurmancan Kurmanc bi xwe ne. 

Sala 2025an diqede, tê sala 2026an ku di sala nû da herî rûnî li ber behrê û nekişînî xeman û nekevî qehrê heyran, nekişînî xeman û nekevî qehrê, li ber behrê. 

Omer Faruk Baran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Şiîrên Şiûra Tirsonek û Ürkek Bilinç

>

Deh Muzîkên Min – 2025