Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Guhdar Ş. bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Silav Perxudres Podcast. Jiyan çi perwerdekareka mezin e ku me bi xwe dide ristin. Yan jî em xwe bi xwe diristînin yan jî Xanî Baba ya rasttir zane.
Van rojên têrmirin de ez bi xwe re nabînim rûnim bîskekê li ser mirinê bifikirim. Di ser de her carê xwe dikute nava çavê min mirin. Niha min bi xwe re dît, divê ha niha bisekinim û bifikirim li ser. Belê, li kêliya ku ji te re bo sala nû mektûbekê dinivîsim.
Ji bo meseleyê ji te re zelal bikim ezê çend tiştên nebaş ên van rojana hatine serê min bêjim:
Ev çendekek berê xwînê avêt mêjiyê pismamê min, hew deh rojan li ber xwe da û koç kir. Her tişt ewqas zû qewimî ku tu dibê qey ez ji hîsê xwe qut bûme. Nikarim derewan bikim, helbet gelek li ber ketim, çikû hê gênc bû û dîsa nikarim derewan bikim, zêde neqehirîm. Min nexwest xwe zêde biguvêşînim jî. Ez dibêjim hê min îdraq nekiriye yan jî min û pismamê xwe pir zêde wext derbas nekir bi hev re. Werhasil şîn û girî her tişt çû derbas bû. Min fam kir dê tu kes qasê jin û zaroyên wî li ber nekeve.
Îşev li Ofîsê bûm. Min çend tiştûmişt girt û li hêviya dolmîşa ku dê biçûya mala hevala min sekinîm. Rojbûna wê bû, menê pîroz bikira. Li koşeya cîhê dolmîşan min nihêrt çend kes kom bûne. Çavek min bi meraq li koşeya ku milet lê topbûnê, çavê din li dolmîşan bû. Kalikek extiyar li erdê dirêjkirî, bi îhtimalek mezin miribû. Min nihêrt dilê wî navêje min hema dest bi masaja dil kir, heta ambûlans hat min dewam kir. Ambûlans û dolmîşa ezê pê biçûma di eynî wextê de hatibûn. Min nizanibû çi hîs bikira û ez sar bûbûm. Axirê li dolmîşa heta dev tije bû siwar bûm. Lê mixabin dîsa ew hesta xemgîniyê pir li ber xwe neda. Dema hatim cem hevala xwe min jê re mîna bûyerek gelek ji rêzê behsa viya kir. Min destê xwe şûşt û ji bo rojbûnê hazirî kir.
Însan her tiştî ji bîr dike. Em bimirin û dîsa rabin ser xwe, me berê çi dikir emê roja sisiyan dîsa wê tiştî bikin, dîsa bo heman tiştî bixeyidin, li ber heman kesî bikevin û bi heman rewşî bikenin.
Bêguman rêzgirtina li ber hîs û hestên însanan muhim e lê liberketin û xwe xerabkirina li ber tiştên zor û zehmet ne hewce ye. Jixwe bê serê me emê bikişînîn. Emê bo mirinê bigirîn, bo zehmetiyan li ber xwe bidin, bo serkeftinan kêfxweş û serbilind bin.
Ha niha jî fikra min a gelek perçe û belawela dixwaze hezar tiştî bînivîsim lê niha ewqas bes. Hêvî ji Rebê me, bo te û hemû kesî salek xweş be, bê mirin û êş be, tije ken û têr xweşî be.
Gudar Ş.
Guhdar Ş.,
Dema min mektûba te xwend min got qey ez fîlmeka Kieslowski sêr dikim. Rengê gotinên te, dengê ji hîsên te tê eynî nola wan fîlman heyatê bêmehne dihesibînin ku ne neheq in jî.
Serê te sax be. Mirina gêncan pir çetin e, hele ku sêwî li dû xwe hiştibin.. Kal be yê mirî, pîr be, dibêjin de dinyaya xwe xwaribû, mirina wî ji mayînê çêtir bû, lê ku gênc be û sêwî jî li dû xwe hiştibin şor dişikên, çinku herkes zane ku xatirê sêwîyan sê ro ne û piştî sê royan rewşa wan zor e. Xoce Xizir hevalê wan be, stara Xwedê li ser be.
Şîn û girî berê bo miletên şerqî meseleyeka cemaetî bû. Li gundekî yek dimir, gundên li derdora wî gundî jî çend royan disekinandin îş û şixulên xwe. Herkes patronê karê xwe bû, kanibû îş û şixulê xwe bisekinanda bihata girî û şînê. Lê îro herkes di sîstema hinekên din da ye û sîstema naxwaze tek sanîyeyekê jî bisekine me saet bi saet bi saet ji hîsan dûr dixe. Loma nola havîna ne havîn, nola zivistana ne zivistan, hîsên me jî êdî ne hîs in, em tam nikanin hîs bikin. Tenê ser şînê nabêjim, şahî jî wisa.
Türk Dil Kurumu (TDK), Sazîya Zimanê Tirkî ragihand ku mefhûm û kelîmeya sala 2025an wîjdana dîjîtal e. Li gor tarîfkirina TDKyê, bi dîjîtal wîjdanê însan di heyatê da mesûlîyetê nagirin ser milên xwe, lê li ser sosyal medyayê bi ecibandin û parvekirinan xwe rihet dikin.
Sala 2024an jî mefhûm û kelîmeya salê tenêbûna qelebalix bû. TDKyê ser tenêbûna qelebalix jî gotibû ku her çiqas sosyal medya li dora însanan qaşo qelebalixîyekê çêdike jî însanên vî zeman bi tenê ne.
Her du kelîme û mefhûmên ji 2024 û 2025an bi min rewşa me tam raber dikin. Wîjdana me dîjîtal e, û em di qelebalixan da bi tenê ne.
Sala 2026an tê, de bira ew jî were û ya xwe bêje. Mirin jî wê hebin, wê xerabî û nexweşî jî, lê heyran a pir xêr be bo te, a pir xweşî.
Omer Faruk Baran