Îstatîstîkên 2025an û Çend Podcast

04/12/2025
133 caran hatiye xwendin

SpotifyWrapped, ew îstatîstîkên ku guhdar, muzîsyen û podcasterên li ser Spotifyê her sal bi dawîya salê ra bi meraq li bendê dimînin vê sala 2025an jî hatin derketin. 

Îstatîstîk raber dikin ku Perxudres Podcast li gor sala 2024an pir pêşve çûye, pir biriqiye û dîsa li dinê alemê deng daye. 

Bi qeydên Spotifyê tê xanê ku dengê Perxudres Podcastê sala 2025an çûye 47 welatan û ji van welatan tewr zêde bi rêzê li Tirkîye, Almanya, Holanda, Swîsre û li Swêdê guhdarên wê çêbûne. 

Mala wan guhdaran ava, ji van her 5 welatan jî gelek e-mail û mesaj tên ji me ra. Bi e-mail û mesajên hatine, ez li bendê bûm ku îsal Amerîka û Brîtanya jî bikevin lîstê, lê qey guhdarên me yên li wir hîn jî hindik in. 

Ji Adara 2022yan vir va li ser Perxudres Podcastê me, min bi sedan xelek hazir kirine, lê ez hîn jî nizanim guhdarên me ji xelekên vê podcastê kîjanê, seba çi hez dikin, ez têdernaxim. 

Spotify dibêje guhdarên Perxudres Podcastê îsal ji nêv ewqas xelek a pir li Bûk û Berfeka Pûk guhdarî kirine ku ew serê sala 2025an hatibû hazirkirin. 

Bo min surprîz bû, min vekir li vê xelekê guhdarî kir careka din, bi min ecêb hat. Çinku ez li ser xelekne din pir şixulîbûm û li bendê bûm ku ew derkevin pêş, lê na, guhdar çûne ser xeleka Bûk û Berfeka Pûkê, ser seran ser çavan heyran. 

Dîsa li gor îstatîstîkan guhdarên Perxudres Podcastê, ew gava hatine ser Spotifyê xêncî vê podcastê ji muzîsyenan jî tewr pir li Ciwan Haco, Ahmet Kaya û Sezen Aksu guhdarî kirine. 

Her sê tercîhên guhdarên me hinekî jî ruhîyeta Perxudres Podcastê raber dikin. Eynî nola Ciwan Haco, Kurmanc e, Perxudres Podcast, nola Ahmet Kaya hêleka wê Kurdbûn e hêleka wê li Tirkîyê ye, nola Sezen Aksu Tirk e, tesîra Tirkan lê ketiye. 

Bi vê Tirkbûnê li ser xwe bêjim, min jî îsal ji podcastan tewr pir li Dünyayı Çevirenler guhdarî kiriye ku bi edîtorîya Didem Bayındır programeka Apaçık Radyo ye. 

Di vê podcastê da Didem Bayındır bi tercûmanan re xeber dide, ewên eserên mezin û muhîm ji zimanên din ên dinê anîne Tirkî. 

Têra xwe hene podcastên bi Kurmancî û Zazakî, lê yên aktîf pir kêm in, ez car caran li ZazakîNews, SilavMayakovski, Dengînî Zerya, Qehwe û Felsefe, CosmoKurdî, SBS Kurdî, Çavdêrî Podcast, Wêjegeha Rûsî, Arşîva Rênas Jiyan, Pêjnek Jazz, Pall Podcast û li Nûbihar Podcastê guhdarî dikim. 

Ji van Çavdêrî Podcast, Pêjnek Jazz û SilavMayakovski bi edebîyata xwe, Dengînî Zerya bi kinbûna xwe, CosmoKurdî, SBS Kurdî bi perspektîfa rojnamevanîyê kêfekê didin min. 

Radyoya Yêrêvanê jî nola ku podcastek be ez çend şevan caran îlem lê guhdarî dikim, lê ew li ser Spotifyê tune. 

2025, sala îsal jî Spotifyê bo Kurdî xususî lîsteyek çênekir. Loma em nizanin ji muzîsyenan milet li kê pir guhdarî dike, ji podcastan li kîjanê. 

Îsal piştî şixula çend salan me zor da Spotifîyê ku Kurdî bixe lîsta zimanan. Kir, kir, lê seba kategorîyên bi Kurdî lazim e muzîsyen li ber xwe bidin dest bi protestoyan bikin, ên podcastan bi hezaran guhdarên wan hene, ên muzîsyenan bi mîlyonan. 

Omer Faruk Baran

<

Meşa Xatirayan û Qehwexaneya Azadê

>

Şair û Nivîskar Zirarê Didin Edebîyata Me