Zimanê Xwe Relaks Bikin, Birelaksînin

20/11/2025
175 caran hatiye xwendin

Entelektuelê ez pir jê hez dikim, Walter Benjamin û dostê wî Gershom G. Scholem ji 1932 û heta 1940î, heta wê sala Benjamin xwe kuştiye, ji hevdu ra mektûb şandine. 

Tevî hezkirina min a pir a bo Benjamin jî min mektûbên van dostên sadiq ancax havîna 2025an xwendin. 

Benjamin bi halekî koçer, feqîr, perîşan û pejmurde ji welatên Ewrupî û Scholem yê akademîsyen yê li gor dostê xwe dîsa parîyekî halxweş jî ekserî ji erdên Filîstînî mektûb nivîsîne. 

Her du rewşenbîrên Yahudî yên li Almanya mezin bûne, yek îstîsna ne têda, mektûb bi Almanî ji hevdu ra şandine.

Mektûb li wan salên han rast tên ku Yahudî êdî ji her hêla dinê berê xwe didin erdên Filîstînî; wan çaxên ku hîn dewleta Îsraîlî çênebûye lê hîn nû bi nû îşaret û nîşanên wê têne dayîn. 

Scholem 1923yan çûye erdên Filîstînî û wî Adara 1933yan ji Benjamin ra gotiye xususî ji Almanya akademîsyen tên wan erdan û bal kişandiye ser îhtîyacîya bo mamosteyên zimanê Îbranî. 

Hezîrana 1933yan Scholem gotiye ew li erdên Filîstînî êdî ji berê bêtir Almanî dibihîse û gotiye Yahudî dixwazin ku ew vegerin ser Îbranîya bav û kalan, ser zimanê xwe. 

Scholem xebatên xwe yên akademîk bi zimanê Îbranîyan dimeşîne wan salan û ew her çiqas dixwaze Benjamin jî bi vî zimanî binivîse, di mektûbekê da ji wî ra dibêje Îbranî ne li gor sewt û stîla te ye.

Bi dehan salan piştî van mektûban, Scholem yê mektûb jibo derxistina kitabê hazir kirine, bi notekê ser vê gotina xwe ya bo sewt û stîlê, ketiye îzahatê, gotiye, Îbranîya salên 1930î nola ya piştî 50 salên din ne nerm bû, giran bû.

Vê nota Scholem kir ku ez hinekî ser giranbûna Kurmancîya me ya îro bifikirim, Kurmancîya me ya medyayê. 

Çend sal in jibo nûçeyan li Rûdaw, Stêrk û TRT Kurdîyê dinêrim ku ji wan her yek li ser sîyasetekê ye, temsîla xetekê dike.

Gerek ez eşkere bêjim, tevî ku min bi xwe jî bi salan karê medyayê kiriye, nûçeyên van her sê kanalan jî, car caran ez jê fehm nakim, nizanim nûçe behsa çi dike.

Çinku zimanê medyaya bi Kurmancî hîn jî pir sert e hîn jî pir giran e, ziman hîn jî neketiye halekî sivik û relaks.

Kesên ser Walter Benjamin şixulîne, di sohbetan da, di pêşgotinên kitaban da, behsa giranî û zorbûna metnên wî dikin.

Eceb yên metnên Walter Benjamin zor û giran dikin, fikrên wî ne yan kelîmeyên wî? Bira kelîme fikran giran bikin, ne metnan û ne zimanan. 


Mektuplaşmalar (1932 – 1940), Walter Benjamin – Gershom G. Scholem, Derleyen ve Önsöz: Gershom G. Scholem, Türkçesi: Saliha Yeniyol, Kolektif Kitap Yayınları, 2018

<

Çi Şên Bûn Çi Edebîyat Bûn Kafeyên Diyarbekir

>

Stenbol, Diyarbekir û Bajar Bajar Kavafis