Perxudres Çi Ye?

“ez pîlewer im ne gewherî me / xudreste me ez ne perwerî me”

notên ser heyatê…

Perxudres sala 2015an bi misrayên Ehmedê Xanî çêbû. Ew fîlozofê zemanan dibêje ez ne pilewer im gehwerî me, xudreste me ez ne perwerî me. 

Ji van misrayan, bi perwerî û xudreste yên ketine ser hevdu per-xudres, Perxudres hat dinê û wê berê bi blogê dest bi meşa xwe kir. 

Di vê bloga Perxudresê da bi dehan roportaj, bi sedan nivîs, bi hezaran fotograf hatin weşandin. Vê blogê bi stîla xwe ya ser kultûr, sanat û edebîyatê îlham da barek blogên din. 

Bi tecrûbeyên blogê, Adara 2022yan bi qeydeka bi mîkrofona telefonê Perxudres Podcastê dest bi weşanê kir. 

Di serî da weşana Perxudres Podcastê heftane bû. Her xeleka nû her Pêncşem saet di 5:50 pm da hat weşandin. 

Perxudres Podcastê di demeka kin da deng da û wê hîn berî saleka xwe qut bike, sala 2022yan xelateka rojnamevanîyê sitand. Ew xelat li ser navê Musa Anter û hevalên wî dihat dayîn. 

Li ser zêdebûna heyranên Perxudres Podcastê xelekên wê ji heftane yekê rabûn dudu sisêyan. 

Weşana Perxudres Podcastê ya ji Adara 2022yan heta Adara 2025an bi îmkanên şexsî dewam kir, Gulana 2025an jiber şertên ekonomîk sekinî. 

Perxudres Podcast ji Temûza 2025an vir va bi destekên guhdaran weşana xwe didomîne û li ber xwe dide ku li ser xwe bimîne.

Niha her hefte ji Duşemê heta Înê her ro saet di 5:50 pm da xelekeka nû diweşîne Perxudres Podcast.