Adar 2026: 44 Destekçî – 330 Dolar

02/04/2026
112 caran hatiye xwendin

Delalguhdar,

Adara 2026an ji Patreonê bi destekên 44 guhdaran piştî bac û xeracên banka, dewlet û platforman 330 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê. Her çiqas em hîn dûrî hedefa xwe ne jî em zanin em li rê ne û em hûrik hûrik dimeşin û pêşva darin bi hev ra.

Berê, bo silav û spasîyê me navê bajarên destekçîyan digotin, êdî hema bêje ji her bajarî destekçîyên Perxudres Podcastê hene. Loma em êdî herfên navên destekçîyên xwe yên nû yên meha dawî dibêjin.

Di Adarê da, F.A., S.A., F.K, Y.S., H.O, M.K, A., E.B., K.S., M.A. bûn destekçîyên Perxudres Podcastê û hejmara destekçîyan ji 34an rakirin 44an. Em li ser navê podcastê ji destekçîyan ra mesajên spasîyê dinivîsin îlem, hinek dibînin mesajan hinek nabînin. Û hinekên dibinînin li mesajên spasîyê jî vedigerin.

M.K ser destekên xwe dibêje spas bo Perxudres Podcastê û dibêje ‘’Wexta ez dimeşim ew hevalekî baş e’’

Mala te ava M.K., ji hinekan ra hevalek-î baş e Perxudres Podcast, ji hinekan ra hevalek-a baş, em şa ne, pir şa ne bi her halê vê hevalîyê, him nêr him mê, li meşê him, him li rê.


S.A di mesaja xwe ya dirêj da dibêje ez ‘’Ji destpêka Perxudres Podcastê vir va guhdarê wê me û hinek xelekan ez çend caran lê guhdarî dikim.’’

Di dewama mesajê da S.A dibêje li vê heyatê êdî cêwîkên wî hene û navên wan Rona Zîn û Roj Arya ne û dibêje eger bibe nesîb em ê hev nas bikin û dibêje jiber destekên derengketî bibore. 

S.A, heyran, ew gotineka çawa ye, na nebû, da ez qehra xwe tam raber bikim, bi devoka xwe bêjim, ‘’va çi gotin e, çito gotin e, va çito Kurmancî ye!- ku tu dibêjî bo destekên derengketî bibore, ez qebûl nakim heyran, a li vê heyatê derengketî bi van navên xwe yên xweşik cêwîkên te ne, bi xêr hatine. Jiber ku dereng hatin, çarxeta bo wan jî dereng ket:

navê te Roj Arya navê te Rona Zîn 

çi xweş dikenin nola gula pir bi bîn 

dayikheyran û bavikqurban cêwîkno

girî wê hebe, bira ti car nebe şîn

Bi qasî budçeya Perxudres Podcastê çêdibe ew bi rêzê bi dorê ji destekçîyên xwe ra yek hedîyeyan dişîne. Gava em bo şandina hedîyeyan adres û telefonê dixwazin gelek destekçî dibêjin, heyran ma destek çiqas e ku tu bi ser da hedîye jî dişînî, em jî bi israr dibêjin, ne tiştekî mezin e, hema xatirayek e bira ji dengê Perxudres Podcastê bimîne ji tarîx û zemanan ra.

Hedîyeyên Perxudres Podcastê pir caran kitab in. Çendekî berê min, navê wî yê mistear, Dildar, ji destekçîyekî me yî ji hêla Qiziltepe – Qoserê ra kitabek şand tevî notekê.

Kargoyê mesaja teslîmkirina paketê şand, lê Dildar got ti paket neketiye destê wî. Min rabû kitabeka din şand, lê ji min ra bû meraq, kitaba berê bi kû da çûbû û wenda bûbû.. Ez bi şopê ketim, lê netîce, min tiştek nedî.

Piştî çend mehan wî guhdarê Dildar wê roya hanê mesajek şand, amojina wî ya mala wan li qata li jêrê mala wan, bane wî kiriye, gotiye ‘’Kuro hele wer, tu kitaban dixwînî, ez dixwazim kitabekê hedîyeyî te bikim’’ Gava Dildar çûye cem amojina xwe û kitab dîye, dinêre ew kitab e ku Perxudres Podcastê şandiye.


Amojin dibêje li ser kitabê ‘’Dildar’’ nivîsîbûn, dibêje ‘’Min gotiye qey ji xwişka te ra hedîye şandine’’, dibêje min ji wê pirsîye, wê jî gotiyeee, na, kesî ji min ra kitab neşandiye. Êêê dûra? Amojina me, nota min a kubar avêtiye êgir şewitandiye û kitab jî ji vê royê ra hiştiye.

Têr kenîyam bi vê meselê û ji şiîra şairê şêrgele Arjen Arî hat bîra min, dil li me bela ye Mela..

M.A di mesaja xwe ya destekê da da gotiye: ‘’Merheba Omer, taqeta çokên me, merheba Perxudres Podcast, sewta sivik a li ser ruhê me, kelama arambexş a guhên me, axirî piştî demaka dirêj min bi teknîkê ra şerek danî û bi ser ketim ku bibim endamê podcasta heyata xwe. Cidî dibêjim, Ellah-wekîl xwe diavêjim ber bext û gumana Perxudresê. Yan na min hêj di destpêkê da niyet kiribû ku bibim perçeyekî vê hevkariya xweşik.

Ez jî serkeftinê dixwazim ji te ra. Perxudres teyîba me ya milî ye. Kîngê ji me hatiye em li cem te, kîngê neqediya jî em birayêd hev in û me merdî timî dîtiye li ser sifreya te, bi xatirê te.’’

M.A, heyran, car caran pir li ber dikevim ku Kurmancî, Tirkî û Îngilizî têra min nakin bo spasîyê. Rind e ku Zazakî heye, rind e ku ‘’Eşq zerê mi de gulbang dano, eşqê ti yo zerê mi de gulbang dano..’’ Pir spas heyran, pir spas delalguhdar û gulbangdano. 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Pêsîrên Pîrên Ewrupî û Îngilizîya Kenê Xwedê

>

Mektûba Mihemedê Qerejdaxî: Kezeba Dûrketinê