Aslîka Qadir û Milet Hemû Bira Ne

21/01/2026
193 caran hatiye xwendin

‘’Welatê Me’’ strana bi dengê Aslîka Qadir tê zanîn, di ser Radyoya Yêrêvanê ra li dinê deng daye.

Stranê deng daye di wexta xwe da, lê gotinên stranê yên kê ne ser wê gelek minaqeşe çêbûne.

Cemîla Casim di nivîseka xwe da dide zanîn ku stran ji hêla Îraqê ji Radyoya Yêrêvanê ra hatiye û dibêje peyvên stranê yên Enwer Mayî ne.

Li gor nivîsa Cemîla Casim di orîjînala stranê da tê gotin ku ‘’Kurd û Ereb bira ne’, lê Memê Eylaz peyvên stranê hinekî guherandine û seba sîyaseta salên Sovyetê ew gotin kiriye ‘’Milet hemû bira ne..’’ 

Sazbendê ji hêla Silêmanîyê Celal Cemal dibêje wî stran sala 1959an nivîsîye, bes kes navê wî nabêje.  

Mecîdê Silêman jî dibêje ne virda ne wêda, sala 1961ê wî ew stran nivîsîye, Aslîka Qadir gotiye a min e, Egîdê Cimo gotiye a min e.

Ew minaqeşeyên han li hêlekê, bo hinekan îro milet hemû bira ne, bo hinekan Kurd û Ereb û Tirk bira ne, bo Rençber Ezîz, Kurd hemû bira ne.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON


<

Pesnê Sûsika Simo

>

Ketin û Dûrketin