Salên min herf hîn hê nû ji hev derdixistin min ji dîwarê mekteba Tirkan gotineka Mustafa Kemal Atatürk xwendibû: ‘’Yurtta sulh cihanda sulh’’
Tirkîya min a ez wê çaxê nû dielimîm têrê nekiribû ku ez vê gotinê bi Kurmancî bidim ser mehneyekê, lê gotin mîna sloganekê wer di bîra min da mabû.
Rokê di derseka tarîxê de gava mielim ew gotina Atatürk got û got wî bi vê gotinê him li Tirkîyê him jî li dinê ‘’bariş’’ dixwest, min fehm kir ku mehneya ‘’sulh’’ê, bariş e.
Di kanalên Kurdan da dayikên dolbendsipî li meş û mîtîngan digotin ‘’Em barişê dixwazin, em aştîyê dixwazin’’ ku bi vê jî min dîbû ku bi Kurmancî bo ‘’bariş’’ê dibêjin ‘’aştî’’
Piştî, sulh, bariş û aştîyê, pir paşê min bi metnên Kurmancên li hêla Ermenistanê dî ku ew jî di vê mehneyê da dibêjin ‘’edla’’
Nivîskarê Ermenî Gevorg Emin di nivîseka xwe da bi tercûmeya Emerîkê Serdar gotiye Kurd kilamêd edlayê distrên, xeberêd edlayê dibihên, navê zarêd xweye tezebûyî datînin Edlayî.
Navên wan Salih, Bariş, Aştî, Edla bi dehan însan nas dikim bes îşaretên sulh, bariş, aştî û edlayê nabînim li dora xwe.
İhsan Nuri Paşa, ew komutanê sala 1930î li Agirîyê li hember Tirkan ketiye û berê xwe daye hêla Tehran û Îranê di xatirayên xwe da gotiye ew zilma giran bîr nakin û ji Fîrdevsî neqil kiriye:
peder kuştî toxmê kên kaştî
peder kuştere key buved aştî
Î bav were kuştin toximê kînê diçîne, bi wî însanî ra aştî tew jî mimkun nîne.
Omer Faruk Baran
Rêya Teze (1930), Rohat Alakom, Weşanxaneya Avesta – 2023
İhsan Nuri Paşa’nın Anıları – Ağrı İsyanı Raporları, Sedat Ulugana, Dipnot Yayınları – 2024