B û P û Feyrûz

20/07/2026
176 caran hatiye xwendin

Ji şîrketên petrolê, ji Opet, Shell û BPyê ji berê da BPyê bi kinbûna xwe pir bala min dikişand.

Bi BPyê bi min wer dihat ku P di eslê xwe da B bûye û parçeyeka xwe wenda kiriye û Bya tam û temam jî serqorîyê li Pya birîndar dike. 

Dema min ser kolonyalîzma Îngilizan xwend û ez elimîm BP, British Petrol e, bêmehne min fehm kir ku P ne birîndar e û gunehê min pê nehat êdî.

Piştî şênîyên Kobanîyê derbazî Sirûcê bûn, meseleya B û Pyê careka din hat ket qafê min û bû meraq ji min ra. Min dî şênîyên Kobanîyê nabêjin projektor, lê dibêjin brojektor, nabêjin petrol, lê dibêjin betrol, nabêjin prîz, lê dibêjin brîz.

Tevî ku di Kurmancî da, di Kurmancîya Kobanîyê da P hebû jî, zimanê wan bi tesîra Erebîya Pya wê tune, di wan kelîmeyên xerîb da giranîya xwe dabû ser Byê.

Tê zanîn ku navê Kobanîyê serê sedsala 20an, ji Company çêbûye, ji navê wê şîrketa ku bo trên here were, xeta Berlîn û Bexdayê çêkiriye.

Di navê Kobanîyê da jî tê xanê ku P bûye B, di deformasyonê da negotine Kopanî, lê gotine Kobanî, çito ku Pepsi bûye Bebsi, werga.

Wê roya hanê ez li Sirûcê dimeşime çavê min li Helep Marketê ket, bi Pyê. Ecêb bû, Heleba bi Byê îcar jî anîbûn bi Pyê yazi kiribûn, nivîsîbûn. 

Ez ketim Helep Marketê ku avekê bikirim. Market, market in, lê dekor û dîzayna vê marketê, şeklê wê, nola navê xwe, tiştekî nola şevên Helebê bû.

Li marketê min dî deftereka deynan e bi herfên Erebî, û min bihîst dengê Feyrûzê ye ku dengê wê tenê çend sanîyeyan jî here li guhên min keve serê min xweş dibe.

Mest bûm, serxweş bûm tavilê. Min ava xwe kirî, vekir, nola ku şerab be vexwar û li şûna ku berê xwe bidim mala xwe, min berê xwe da ser rîya Kobanîyê.

Yara ku ji min ra bi dilbazî û bi îşwekarîyê digot Baran, li pişt min sekinîbû îcar digot Paran, û nifir li ser nifiran, digot berîşan û bejmurde pûyo, pela û pêtar û pirûsk li te keto, digot pazinê stûyê te pişkesto..

Nifir bûna jî, B dibûn P, P dibûn B, ewqas.. Bes di guhên min dengê Feyrûzê, ez dimeşîyam li deyşta dûzê, min fehm dikir bo melankolîkan çira ji her tiştî hema zû keder dizê, offf, offf min digot, of. 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Fahîşe Payîzê Çi Dixwînin?

>

Mektûba Guhdar L.Z.: Serdema Şiîrîn