Bang: Destekê Bidin Perxudres Podcastê

23/01/2026
115 caran hatiye xwendin

Guhdarên delal,

Eyan e eşkere ye, miletê me vî zemanî heta ne muzîk û mîzah be li tiştên Kurmancî guhdarî nake û bo meseleyên fikrî berê xwe dide Tirkî.

Perxudres Podcast di vî zemanê zor da li ber xwe dide ku bi Kurmancî ser kultûr, sanat û edebîyatê weşaneka bi kalîte bike.

Vê podcastê Adara 2022yan dest bi weşanê kir û bi îmkanên şexsî heta havîna 2025an dewam kir. Temûza 2025an jiber ku îmkanên me neman me xwe sipart destekên guhdaran. 

Bi destekên guhdaran her meh çiqas tê dikeve hesabê Perxudres Podcastê em dibêjin. Da fikir û fokusa me tenê podcast be û em karê xwe hîn rind bikin hedefa me mehane 1000 dolar e, lê me heta niha jî 250 dolar derbaz nekiriye.

Gelek kes bi Tirkî nanê Kurdbûnê dixwin û jibo wî nanî şîretan li me dikin ku em jî dev ji Kurmancî berdin û van xelekên vê podcastê bi Tirkî çêkin, lê aqil û wîjdan û xwîna me vê yekê qebûl nake.

Tevî vê qebûlnekirinê jiber vê rewşa ne xweş hindik maye ku em jî bêjin heyran kes destekê nade kar û fikrên Kurmancî, me mecbûr podcast sekinand.

Banga me xayet û xayet zelal e, eger hûn li benda xelekên nû yên Perxudres Podcastê dimînîn, eger xelekên wê tiştekî li wê zêde dikin, mebêjin pir e mebêjin hindik e destekê bidin vê podcastê ku weşana wê nesekine.

Li Tirkîyê, medyakarên meşhûr ên nola Cüneyt Özdemir û Ruşen Çakır tevî îmkanên xwe yên din jî bi destekên guhdarên xwe weşanên xwe dikin. 

Em dixwazin bibînin ku di Kurmancî da jî weşaneka bi destekên guhdaran mimkun e.

Perxudres Podcast ji Patreonê bi 1 dolar û herî zêde jî bi 30 dolar li benda destekên we ye. 

Lînka Destekê:

https://www.patreon.com/c/PerxudresPodcast

<

Aştî, Barış, Edlayî, Sulh

>

Yêrêvan Xeber Dide