Li maseya min hejmareka Bar Helbestê, kovareka şiîran, hûrik hûrik dixwînim çend ro ne. Hûrik hûrik dixwînim, dixwînim, bes ne razî me ji xwendina xwe, ne razî me ji kovarê.
Çinku bi rêberîya şairên giregir ên wek Yehya Omerî, Rêzan Diljen, Miradê Miradan, Emerîkê Sidîqayê derdikeve kovar, lê ne gotineka gir heye di kovarê da ne îdiayeka mezin; ne ser poetîkaya me ya vî zemanî tiştekî dibêje, ne jî berê me dide fikreka nû ya şiîran.
Behsa rindî û xerabîya şiîrên di kovarê da nakim, em dikarin bi saetan krîtîka şiîran bikin, ew meseleyeka din e, lê Kovara Bar Helbestê bi vî halê xwe ji kovareka bi kalîte bêtir, fanzîneka heweslîyên şiîran e ku pê çend gênc dixwazin têda şiîrên wan, navên wan werin xanê.
Bi van giregirên rêberîya vê kovara şiîran dikin ez li bendê me ku Bar Helbest poetîkayekê raber bike, rê li ber minaqeşeyên şiîrî veke û bi dosyeyên dagirtî şiîrhezan şa bike.
Şor-mîsal, gerek kovar li pey keve bibîne ji şaîran van deman kî, kê dixwîne, gerek behsa hinek şiîran bike ku di wexta xwe da nehatine xwendin lê îro nû têne dîtin, gerek ji lîteratûra dinê ya vî zemanî nimûneyan bide, gerek şairên nû derxe, gerek lîsteyan çêke, gerek bi heqberîyê hinek şiîran bide ber top û tîran, hinekan bifirîne erş û ezmanan, gerek qala şiîrên di muzîk û fîlman da bike, gerek, gerek, gerek û gerek.
Bar Helbest gerek ji neşirkirina çend şiîran û tercûmekirina çend şaîran pirtir be, bilindtir be bi min.
Miradê Miradan di şiîreka xwe ya sala 2025an da gotiye ‘’Min tu maç kir, dinya sekinî.’’ Dixwazim bibînim, dixwazim bixwînim wer kovareka şiîran ku ez jî pê bêjim ‘’Min tu xwendî, dinya sekinî’’
Omer Faruk Baran
Belkî Bala Te Bikişîne:
Çi Şên Bûn Çi Edebîyat Bûn Kafeyên Diyarbekir