Bihar bi hesabê saetan êdî hêdî hêdî destê xwe dide, dewr û derdorê diqulibîne rengên havînê, lê hewa hîn jî sar e, hîn jî cilên zivistanê li ser min in.
Da ba û bîna biharê hînekî hîs bikim, da hîs bikim xwîna xortanîyê ji kuxikên kalan dûr, vedikim li şiîrên Çerkezê Reş dinêrim.
Zanim Çerkezê Reş bi hidûdan ji hêla Ermenistanê ye, zanim zimanê wî ew ziman e ku çi bigir ji Efrînê di ser çem û çolan ra çûye di Erîvanê ra derketiye; zanim, me bi ziman, erd û erş eynî ye zanim.

Şorişa Xebera, kitaba şiîrên Çerkezê Reş sala 1986an li Erîvanê hatiye neşirkirin. Kitab, ji herfên wê hêlê bi edîtorîya Mustafa Kılıçaslan bi xebatên Leyla Çildergûşî sala 2024an hatiye herfên vê hêlê.
Karlênê Çaçanî di pêşgotina kitabê da dibêje di her xeteka Çerkezê Reş da rih û rindîya heyatê, nerihetîya wê tê xanê.
Têmûrê Xelîl ser Çerkezê Reş dibêje ew ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin însanên wiha di sedsalekê da carekê ji diya xwe dibin.
Di dewamê da, Têmûrê Xelîl dibêje wek şair, eger nav û dengê Çerkezê Reş bela nebûye, dibêje ew jî ji wê ye ku fîlozofî û fikirkûrîya wî ya şaîrîyê tam nehatiye fehmkirin.
Dixwînim şiîran, dixwînim Barana li Moskowê ku Çerkezê Reş têda dibêje, di dilê wî da sorgul vebûne, ezman şiîrên şairekî dixwîne.
Di şiîreka din da, ku ser Fêrîkê Ûsiv e, Çerkezê Reş dibêje xema dinê ye, çare ji hûb û hezkirinê jî nabe qe û dibêje û dil dêşe, dêşe, dêşe, şair dixuliqe. Tenê dixuliqe ma? Na, mirin heye, dinya nebûye milkê ti dila.
Dibînim, şiîrek jî pey 30 salîya xwe ra nivîsîye Çerkezê Reş, dibêje, bûka biharê dilive nermik, tijî dibin dil – xonçe û memik. Hewa sar be jî bihar e û dilê rezîl neketiye, kal nebûye, har e.
Yeka din, di şiîreka din da, xanima Çerkezê Reş, helala wî gazincên xwe dike. Berî şiîrê jî Olêg Şêstinski gotinek, şixulê şaîr elbet zor e, lê halê jina wî jî ne ti hal e. Dikenim, hele ku şair şair be, ji şiîran heq were der û dilkoçer be.
Dixwînim şiîrên din jî, dibînim ji şiîran tewr zêde ji ewa navê Bona Min hez dikim, dixwînim, bona Çerkezê Reş dixwînim, careka din dixwînim.
êvar xuşexuş e,
şûşe, şûşe, şûşe…
çem ber guşeguş e,
şûşe, şûşe, şûşe…
huba ‘ezîm geş e,
şûşe, şûşe, şûşe…
dewran şikir xweş e,
şûşe, şûşe, şûşe…
pencere diheje
şûşe, şûşe, şûşe…
ba ça’ digirije
şûşe, şûşe, şûşe…
fikrek şik-xuşûş e,
şûşe, şûşe, şûşe…
çe’vek qûjeqûj e,
şûşe, şûşe, şûşe…