Bi Minaqeşeya Mem Ararat û Kom Muzîkê Onlyfans

20/05/2026
130 caran hatiye xwendin

Berî havîna 2026an destpê bike, meha Gulanê minaqeşeya Mem Ararat û Kom Muzîkê mora xwe li sosyal medyayê xist. Nola her minaqeşeya vî zemanî, mesele di demeka pir kin da ji kontekstê, ji sebebên esas dûr ket û ji pezê pir hat hat li kavirê kur sekinî.

Pezê pir çi ye, pezê pir pere ye, pereyê pir e, heq ne-heq ya li hêla Mem Ararat e ya li hêla Kom Muzîkê ye pereyê pir. Kavirê kur kî ye, kavirê kur miletê me ye, kî fersendê dibîne hema tavilê bi derew û demagojîyan lê siwar dibe.

Mem Ararat û Kom Muzîk jiber pereyan bi hevdu ketine, normal e, va ne tiştekî eyb e;  pere bi qaîdeyên heq û hiqûqê para kê ye bira ew bistîne û bixwe ji xwe ra, temam e, no problem e. Ê ne normal miletê me ye ku  şerê muzîsyenekî û şîrketeka produksîyonê ji kontekstê pir dûr, dike şerekî bi hesabên sîyasî.

Di vê dewra dîjîtal da ti tişt ji ti kesî ve ne şeva reş e, her tişt aşkere ye û li ber çavan e, tenê kes naxwaze rastîyê bêje bi ziman û devan e: Rind tê xanê, bi dewra dîjîtal ra hikm û hegemonyayên şîrketên produksîyonan şikestin. 

Berê, berî dewra dîjîtal, şormîsal, şîrketeka produksîyonê ji muzîsyen ra digot ‘’Ez ê ji te ra albumekê çêkim, di partîya me da hevalên me hene zaten, ez ê te derxim mîtîngeka mezin, tuyê stranên xwe bêjî û wê gelê me te nas bike, wê albumên te werin firotan’’ 

Bo meşhûrbûnê rêyeka meşrû.. Bi vê rewşê, bi hikm û hegemonyayên şîrketên produksuyonê, muzîsyen diçûn pir caran danekî têr du danan birçî album derdixistin û xêncî muzîkên xwe, xêncî gotina stranan dengê xwe dernedixistin. 

Îro di vê dewra dîjîtal da kîjan muzîsyen mihtacê şîrketeka produksîyon û mîtîngeka partîyê ye bo meşrû û meşhûr bibe? Tiştekî wisa tune êdî, êdî sîstema Onlyfansê heye, ti şansê partî û produksuyonê tune. Kî çi karî dike rasterast diavêje platformên sosyal meydyayê û hinekî jêhatîbûn hinekî lêhatîbûn di demeka pir kin da digihîne bi milyonan kes. 

Platformên sosyal medyayê jî bi komîsyonan, bi bac û xeracan dixwin, distînin ji muzîsyenan, lê ew dîsa jî qey ji şîrketên produksîyonan pirtir didin ku muzîsyen ketine pey telîf û îmzayên berî dewra dîjîtal geş bibe. 

Bi zimanekî hîn zelal: Çito ku Onlyfans hat û kerxane şand ber pûş, bêmehne kir, platformên sosyal medyayê jî fonksîyonên şîrketên produksîyonan pûç kirin. Karkerên Onlyfansê bi kar û hunerên xwe ji vê platformê rasterast digihînin bi milyonan kes û bi mişterîyên premium û pere-pir qezenc dikin.

Muzîsyenên platformên sosyal medyayê ji van platforman digihînin bi milyonan kes û bi îstatîstîkên heyranên li her bajarî raberî dikin, radibin li wan deran konseran didin, bi qezencên di bin kontrola wan da. 

Rastîyek e, realîteyek e, vê rewşa sosyal medyayê derb li medyaya klasîk jî xistiye. Wer wisa ye ku Mem Ararat banga xwe ne bi kanaleka televîzyonê, ne bi roportajeka medyayê, lê bi xwe ji profîla xwe ya Xê kiriye û xwe gihandiye bi milyonan kes. 

Çawa ku bi dewra dîjîtal ra kerxane û şîrketên produksîyonê pûç bûne, weşanxaneyên kitaban neşir dikin jî, ewên telîfê nadin, bêmehne mane. 

Nivîskarek heye nola ku ne tiştekî şaş, lê şerefek be dibêje ‘’Ez 20 sal in dinivîsim, min ji zimanê me heta niha qurişek qezenc nekiriye..’’ Di panela wî nivîskarî da weşanger jî dibêje ‘’Nivîskarê me yê hêja jibo zimanê me xizmeteka mezin dike..’’ Êdî ne heq e hinek rabin ji weşanger ra bêjin ‘’Xizmeta zimanê me nake, xizmeta te dike..’’ Çinku belkî kar e belkî zirar e, a weşanxane dike ticaret e.

Îro li ser Substackê bi deh hezaran nivîskar bi sîstema aboneyan nivîsên xwe diweşînin û qezenca wan nivîskaran hinekan salê bi milyonan dolar in. Substackê kir ku xêncî nivîskarên Xelata Nobelê distînin, hinek nivîskarên din jî  ji mala xwe, ji dolabên weşanxaneyan dûr bi milyonan dolar bibînin.

Di vê rewşê da kî çi bike produksîyona ku telîfa albuman nade, kî çi bike weşanxaneya telîfa kitaban nade? Seba çi, kî çi bike? 

Loma, rêber û rewşenbîr lazim e bi konteksta pezê pir û kavirê kur li meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê binêrin, ne bi kefenê şil, ne bi xwîna sor, ne bi derew û demagojîyan, însan westîyan..

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Spasîyek Bo Destekçîyên 2025-2026an

>

Mektûba Guhdar T.: Merzelên Dixtoran