Mezinên me yên Sirûcî digotin hesretîya maran e ku rokê sax û silamet li çavên însanên binêrin.
Cerku dinê çêbûye, digotin mezinên me, ne maran çavan însanan dîne ne jî însanan çavên maran.
Çinku çito ku însan ji maran xofê digirin, mar jî ji însanan werga xofê digirin, herdu hêl jî ji hev pir ditirsin, digotin wan mezinan.
Ji wê tirsê û ji wê pirsê di mîtolojîya mezinên Dêrsimê de ser maran û çavên însanan meselek heye.
Dibêjin wexta tofan rabû, mişkekî di gemîya Nuh Pêxember da çû quncikek kurisand û av kete gemîyê. Nuh Pêxember dibêjin got ‘‘nehlet li vî îşî li vî mişkî’’ û çi kir çito kir jî nikanibû av bisekinanda. Rabû li dora xwe, li heywanan nihêrî, dibêjin, Nuh Pêxember û got ‘’Ku kî vê avê bisekinîne ji min çi bixwaze ezê bidimê.’’
Ji heywanan dibêjin, mar rabû çû dêla xwe ya dirêj xist qulika ku jê av diket gemîyê û rê li ber avê girt, av sekinand.
Piştî tofanê dibêjin, wexta Nuh Pêxember çû cem wî marî û got ‘’De bêje, ka tu çi dixwazî..’’, marê dêldirêj got ‘’Ez çavên însanan dixwazim.’’
Li ser vê xwestinê, dibêjin Nuh Pêxember got ‘’Xwedê însan xuliqandiye, ne min, tiştekî ne aîdî min e, ez nikanim tiştekî însanan bidim te.’’
Dibêjin marê dêldirêj got ‘‘Naaa, îleh û bîleh çavên însanan’’, neterikand, israr kir wî marî û ji Nuh Pêxember ra got ‘’Here madem, here ku kê însan xuliqandiye, here cem wî, bi wî ra xeber bide.’’
Nuh Pêxember dibêjin dî ku xelasîya xwe tune û çare jî tune wekî din, rabû çû cem Xwedê, hal mesele jê ra got.
Mesele ye, mîtolojî ye, dibêjin Xwedê ji Nuh Pêxember re got ‘’Madem te tiştekî aîdî min neda û tu hatî cem min, ew marê han çi dixwaze ez didimê, bes bira sebir ke, piştî ku qûlên min mirin, bira here emanetê xwe bistîne.’’
Dibêjin Nuh Pêxember çû gotina Xwedê ji marê dêldirêj re got, û wî jî got ‘’temam’’ qebûl kir.
Li ser vê meselê tê gotin ku her tirbekê marekî xwe heye. Mar piştî cenaze têne definkirin, darin çavan dixwin û dûra kêzik û kurmikên din jî darinê.

Nivîskar Nicos Kazancakis di Zorbayê da ji zar û zimanê karakterê xwe dibêje, li hêla Afrîqa mar heywanekî bi qîmet e, pir pîroz e ku li gor wan jiber ku her derê wî heywanî li axê dikeve, ew temamê sirên erdê zane.
Kazancakis ji devê karakterê xwe mealen dibêje kesên ser ta qedem xwe dispêrin axê, bi taqet û quwet in, ku heyat derban li wan dixîne jî zûbizû nakevin, li ser xwe dimînin heta dikevin binî erdê.

Li ser xwe me, nigên min in li axê ketine rokê; bi şev xewnekê dibînim, marekî reş î qîr î teyar e li pêş tirba min e, li çavên min dinêre, li çavên min dinêre û min şiyar dike ji xewa xefletê, tirsîyame, çend xelekên din ên podcastê mame li heyatê.
Omer Faruk Baran