Vedikim, ji Çil û Yek Carê, ji wê kitaba sala 2025an derketiye şiîrên Eyşem Jînda dixwînim. Şiîrek, du şiîrên din, sisê, çar, zelalîya zimanê Eyşem Jînda bala min dikişîne.
Hema vedikim li bîyografîya Eyşem Jînda dinêrim, li Çinara Diyarbekir hatiye dinê, lê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye, ‘‘himmmm’’ dibêjim.
Li kêleka bîyografîyê, spasîyek nivîsîye Eyşem Jînda, dinêrim, têda spasîya dê û bavê xwe kiriye, gotiye wan ez bi vî zimanê şêrîn mezin kirim.
Bi van malumatan vedigerim li şiîran dinêrim dîsa. Di şiîran da bi motîfên dînî Îsa, Mûsa, Mihemed hene, qeder heye, çem û çîya hene bi dilê bi eşq û evînê dagirtî.

Eyşem Jînda bi şiîrên xwe nîşan dide ku ew bi eşqa beşerî dilşikestî ye, lê ew bi şikurkirinê şa ye, ji êşan xelas bûye.
Di şiîrekê da dibêje, Eyşem Jînda dibêje ewil dengê te çû piştî berbangekê, min bi Ellahûekberekê ew seda sipart axê.
Edet e, ji yara çûyî ra dibêjin vegere lê Eyşem Jînda dibêje, nebe tu vegerî û nebî sebeba serê xwe.
Li hêlekê yar, li hêlekê welat, li hêlekê Xwedê, xwe tim nîvçe û çend parçe hîs dike Eyşem Jînda di şiîran da.
Bi hîsên nîvçebûn û parçebûnê di şiîreka din da jî Eyşem Jînda bi arê Newrozê, bi mecazên muhabetên dilan, dibêje: nefsa xwe jî dixapînim ji bo şevên şîrhelal.
Eyşem Jînda bi zimanê xwe, bi şorşêrînîya xwe nîşan û îşaretên poetîkeyeka rind dide bi Çil û Yek Car, lê qudreta şiîra wê bi min wer tê ku di kêmgotinê da ye.
Bi xwendina min û bi texmîna min, her ku kin bibin wê hîn rind bibin şiîrên Eyşem Jînda, her ku ew nefsa xwe bixapîne û li şûna pirgotinê hindiktir bibêje di şiîrekê da, ewê zelalîya zimanê wê poetîkaya wê hîn xurt bike, çil û du car, li çil û yek carê bar.
