Bihar û Nûbihara Anatolîya Navîn

14/05/2026
246 caran hatiye xwendin

Kovara Nûbiharê bihara 2026an ser Kurdên Anatolîya Navîn, wan Kurdên li hêla Konya û Enqerê, hejmareka pir şêrîn pir şebab derxistiye.

Dosyeya hejmarê bi edîtorîya Mehtab Îdelî û Adem Özgür hatiye hazirkirin ku min berê jî kar û xebatên wan her du nivîskar-medyakaran bi heyranî û bi hezkirineka mezin xwendine.

Di silava edîtor da, rêber û dîrektorê Kovara Nûbiharê Süleyman Çevik behsa xatireyeka xwe ya sala 1982yan kiriye.

Süleyman Çevik, ku wê salê seba di sporê da mekteba xwe ya orte temsîl bike ji Mêrdînê çûye Enqerê, li Ulusê xwestiye ji xwe ra cotek gore bikire. 

Dibêje, Süleyman Çevik dibêje:

Çûme ber dikanek piçûk, du jinên bi çarşef ji dikanê li ber derketinê bûn. Ji xwediyê dikanê re bi Kurmancî tiştek gotin, xatir xwestin û derketin. Xwediyê dikanê, xortek di salên min de bû. Li navenda Enqerê rastî Kurmancî hatibûm; pir şaşmayî mabûm. Ez ketim hundirê dikanê û bi Kurmancî min got: -Cotek gore bide min.

Ez bûbûm şahidê axaftina dikandar û wan jinikan, min jî ji dikandar rasterast bi Kurmancî gore xwestibû. Di wan salên xwe de min nizanîbû ku li Enqere, Qonya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û li wan derdoran Kurd hene.

Dikandar jî digot belkî, ez bi zaneyî çûme dikana wî. Yan jî texmîn kiribû, belkî ez Kurdekî ji wan gundên derdora Enqerê me, wan gundên ku wê demê tew haya min ji wan tunebû.

Nizanim wî pirsî, an jî min got; xweş nayê bîra min, lê derket ku ez ji Diyarbekirê me. Çend nav ji min pirsîn; dît ku ez nizanim, ez ne xelkê wan deran im.Ji Diyarbekirîbûna min re pir kêfa wî hatibû.

Min rasterast pê re Kurmancî gotibû, belkî jî, ji ber vê kêfa wî hatibû. Li şûna 3 kaxezan, 2 kaxez û nîv pere ji min girt. Min goreya xwe girt û derketim.

Di dewamê da, di tesbîta xwe ya ser Kurdên Anatolîya Navîn da, ew Kurdên nêzî 400-500 sal in li wir in, Süleyman Çevik dibêje, bi du tiştan ew Kurdên li wê hêlê heta niha Kurd mane: Yek, dibêje, kultûra eşîrîyê, eşîretan nehiştine ku ew ji xwe dûr bikevin, dudu jî dibêje, ew di nêv hev da zewicîne, pir salan keç nedane kesî, ji derva keç neanîne.

Nivîskarê tarîxçî Mehmet Bayrak di nivîsa xwe ya dosyeyê da dibêje piranîya Kurdên li Anatolîya Navîn ji warên wek Meletî, Adiyeman, Riha (Urfa) û Agirîyê koçî wir kirine.

Mehmet Bayrak dibêje ewên ku ji Meletî û Adiyemanê çûne Anatolîya Navîn bi piranî Elewî ne, û ewên ji Riha û Agirîyê çûne jî bi piranî Êzîdî ne û piştre derbazî Misilmanîyê û mezheba Henefîyan bûne. 

Ne bi belgeyan, lê bi bîr û xatirayên xwe ez jî bi Mehmet Bayrak ra me.

Sirûca me ya tam û temam Kurmanc îro bi Misilmanîyê li ser mezheba Henefîyan e, bi vê mezhebê mezin bûm ez jî. Lê ku mezin bûm û min li dora xwe nihêrî, min dî edetên me, şor û şîretên me Êzîdî ne, û boyax û siwaxên Misilmanîyê lêketine. 

Nola xatiraya Süleyman Çevik xatireyeka dîya min jî heye. Salên 2010î dema li Enqerê çûye serîyekî  kur û bûka xwe xe, dadikeve bazarê ku hinek hûrmûr bikire. 

Şeml û xemla dîya min bi Kurmancî ye, û li bazarê xortek gava çav li wê Kurmancîyê dikeve ji dîya min dipirse ka ew ji kû ye. Dema dîya min dibêje ‘’Urfa..’’, xorto dibêje ‘’Ez zanim Urfa, lê ji Urfa ji kû..’’ Diya min dibêje ‘’Sirûc..’’, xorto dibêje ‘’Ez zanim Sirûc, lê Sirûcê ji kû..’’ Şor şor, xorto dibêje pêşîyên wan berî sedsalan ji Sirûcê rabûne li Enqerê bi cîh bûne û ew bi eslê xwe ji Sirûcê, ji Elîgor in. 

Her ku vê meselê dibêje dîya min, dibêje ‘’Nola min û te şor dikir, Kurmancîya xwe nola a me bû..’’ Û her ku vê meselê dibêje dîya min, ez jî di ber xwe da bêhemdî xwe dibêjim ‘’Erê lê, Kurmancîya Êzîdîyan e..’’ 

Li ser vê hevnasînê, xortê piştî sedsalan ji dûrê dûran naseka xwe dîye, hinek keskahî, sîr û pîvaz û nizam çi, tevî ku dîya min dibêje ‘’Anê qurban ma wanî belaş dibe?’’, belaş dane dîya min. 

Piranîya Kurdên Anatolîya Navîn bi Kurmancî şorê dikin, kêm be jî Zazakî û Lekî jî di nêv wan da têne bihîstin.

Şoreş Reşî di dosyeyê da bi mantiqeka pir enteresan îdia dike ku Kurdan nav li Enqerê kiriye û îdiaya xwe dibe ser zimanê Lekîyan. Li gor nivîsa Şoreş Reşî, Kurdên Lekî ji ”tirî” ra dibêjin ”engûr” û wextekê li dora Enqerê bax û rezên tirîyan pir bûne; Lekîyên bi koçerî çûne hatine tirîyan, gotine ”engûr”, ”engûr” û ji wê Enqere çêbûye.

Hez dikim ji etîmolojîya bi efsaneyên milet, bes tarîxa resmî ya Enqere ya paytexta Tirkîyê dibêje koka navê Enqerê ji çi ye ji kû ye heta niha jî nê zanîn û dibêje bê belge, tenê bi gotegot û rîwayetan belkî belkî ji zimanê Yûnanan be navê bajêr.

Mehtab Îdeli di dosyeyê de hinek gotinên Kurdên Anatolîya Navîn dane ser hevdu. Ez guhnas û çavnasê hinekan bûm, hinek min nû xwendin, nû dîtin. Ji gişan gîdarîkirinê pir bala min kişand, ”gîdarî-kirin”, mesela, gîdarî min bike, yanî li benda min bimîne, yanî li hêvîya min bimîne, yanî min bipê, gîdarî min bike.  

Navê wê Bîrnebûn, kovareka Kurdên Anatolîya Navîn heye. Saleka salên 2010î ez havînekê rûniştibûm, min hemî hejmarên vê kovarê xwendibûn. Û bihareka salên 2010î ez li Diyarbekir li dîrektorê Kovara Bîrnebûnê, li Ali Çiftçi rast hatibûm û ez çûbûm ber guhên wî ”Min gotibû çi kovareka muhteşem e Bîrnebûn, min pir jê îstîfade kir, male we ava..”

Di vê dosyeya Kovara Nûbiharê da, Adem Özgür bi Ali Çiftçi ra roportajek kiriye. Ali Çiftçi ser derketina Kovara Bîrnebûnê detay dane. Kovar ji 1997an vir va derdikeve, heqîqeten mala we ava.

Ali Duran Topuz bi ”Barê Hespê Mîrê Qoçgirî” ser wê şîn-kilama meşhûr, ewa seba Alîşan Beg analîzek nivîsîye di dosyeyê da.

Alîşan Beg, tevî birayê xwe Heyder Beg, tevî Zerîfe Xanim, Alîşêr Efendî û Nûrî Dêrsimî û çendekên din rêberekî Serhildana Qoçgirîyê ye. Piştî ew serhildana 1921ê şikestiye, hikûmeta Enqerê, Alîşan Beg û Heyder Beg şandine sirgûnîyê. Her du beg sala 1931ê ji sirgûnîyê vegerîyane. Paşê, piştî du salan Alîşan Beg bi destê qeymeqamê Zarayê hatiye kuştin.

Nivîsa Ali Duran Topuz raber dike ku varyant û versîyonên şîn-kilama ser Alîşan Beg zehf zêde ne. Di nivîsê Ali Duran Topuz dibêje piştî wî dest bi xebata ser şîn-kilama Alîşan Beg kiriye, Güler Gültekin, xwişka Hasret Gültekin, parçeyek şandiye ku wî berê ti carî li ti cîhî nebihistiye.

Bi min wer tê ku şîn-kilama ser Alîşan Beg heta niha jî tam riprast nehatiye nivîsîn. Kilamên Qoçgirîyê bi kelîmeyên xwe karakterîstîk in, hinek sazbendên ne ji wê hêlê gava kilam bihîstine, bêyî ku ser bixebitin, rabûne ew kilam kirine kasetên xwe bi gotinên şaş. Paşê hinek Kurdên ji hêla Qoçgirîyê, hinekên bi Kurdî ne lê bi Tirkî mezin bûne, rabûne li wan kasetan guhdarî kirine û ew bi Kurdîya sazbendên ne ji Qoçgirîyê, bi şiklê şaş, bi halê deforme gotine.

Dibe, ma nabe? Hinek kilamên Meraşê, hinekên bi orîjînala xwe bi Kurdî, ji vî zimanî çûbûn ser Tirkî û hinekên Kurd jî li şûna ku orîjînalê bibînin û bibêjin, rabûbûn ew ji Tirkî tercûme kiribûn, bi Kurdî gotibûn. De were hesab bike ku kilam ji eslê xwe çiqas dûr ketine.

Tê gotin ku xwişka Alîşan Beg şîn-kilama ser wî gotiye û kilam paşê bi şîn û şorên şairên Qoçgirîyê bûye kilameka kolektîf. Deng, dengê kolektîf e dibêje, begê min begê min mîrê mîran, ew kilîta heft eşîran, deng, dengê kolektîf e dibêje de mîro mîrê mîran, van zalimana me ra dibin cîran.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Bi Hezkirina Çerkezê Reş Şûşe Şûşe Şûşe

>

Vîna Selîm Temo Ti Hêvî û Heyecan Neda