Bulgarên Sirgûn û Diyarbekira Kozmpolît

07/12/2025
213 caran hatiye xwendin
BI DESTEKÊN

Dewleta Osmanliyê, wê dewleta wextekê erdên Bulgaristana îro jî xistine bin kontrola xwe, sedsala 19an, rêber û lîderên îsyanên Bulgaran seba sirgûnîyê şandine Diyarbekir. 

Ew Bulgarên ji honikahîya darûberên Balkanan hatine kelegerma Diyarbekir, bi halên sirgûnîyê jiber av û hewaya vî bajarî bi rewşeka giran re rûbirû mane. 

Bi van sirgûnîyan, Diyarbekir di bîr û xatirayên Bulgaran da bûye cîhekî ewqas xerab ku gotineka nola de here, papazê Ermenî yê Diyarbekir jî nikane te ji wir xelas ke ketiye zimanê wan û ew hîn jî tê gotin.

Rojnamevan, rêber û rewşenbîrê Bulgaran, Lyuben Karavelov, sedsala 19an, navê wê Miçenik mehneya wê Mazlum, di çîrokeka xwe ya dirêj da ser Diyarbekir gotinên giran dike. 

Karavelov dibêje Xwedê nalet li Diyarbekir barandiye û dibêje ne barana ezmanan heye li vî bajarî ne jî bayên çîyan. 

Di dewamê da Karavelov dibêje, li hêla me Bulgaristanê ro bo însanan şa bike hiltê, lê li Diyarbekir bo însanan bişewitîne û bikuje. 

Karavelov ne ji wan sirgûnên hatine Diyarbekir e; wî di ser mektûb û xatirayên sirgûnan ra wanî nivîsîye û ew bi vê raber dike ku Diyarbekir di hafizeya kolektîf ya Bulgaran da cîhekî çiqas xerab e.

Bulgarên sirgûnî hatine Diyarbekir xêncî xerabîya av û hewa û tebîetê, ser heyata vî bajarî gelek not nivîsîne û bal kişandine ser kozmopolîtbûna bajêr.

Mesela ji wan sirgûnan Stoyan Zaimov dibêje xwedîyê eczaxaneya li kêleka Çiftexanê , Vaynbergê Yahudî ye, ew li Vîyanayê hatiye dinê, li Stenbolê mezin bûye û li Diyarbekir dermanan difiroşe. 

Zaimov dide zanîn ku ew lawikê Îsraîlî hema bêje hemî zimanên Ewrupî zane û nola bilbilan bi zimanê Kurdan û Ermenîyan şorê dike û seba xatirê Bulgarên sirgûn jî ji zimanê wan jî çend kelîmeyan elimîye.

Li gor gotina Zaimov, li çarşi, xan û qehwexaneyên Diyarbekir bi Kurdî, Ermenî û Erebî tê peyîvîn, û Tirkî jî pir hindik tê bîhistin.

Zaimov dibêje Tirkî zimanê wan memûran e ku ji Stenbolê hatine şandin û dibêje jiber ku ew memûr li Diyarbekira ji paytexta padîşahî dûr û derez xwe xerîb hîs dikin, ew a pir bi Bulgarên sirgûn ra, bi Bulgarên nola wan Ewrupî ra didin û distînin. 

Papazê sirgûn Minço Kinçev jî di mektûbeka xwe ya Hezîrana 1875an da ji birayê xwe ra dibêje, ew bi şênîyên Diyarbekir ra bi Tirkî xeber didin û dide zanîn ku zarokek li vî bajarî heta mezin dibe, çar zimanan dielime: Erebî, Ermenî, Kurdî û Tirkî. 

Diyarbekir di vê sedsala 21ê da metropola Kurdan tê hesibandin û wek qerargeheka sîyaseta vî miletî tê dîtin. Îro ro li vî bajarî Tirkî li sedrê ye û li vî bajarî zarokên xêncî Tirkî, bi zimanekî din xeber didin hindik in. 

Kurdish Studies Center (KSC), ew merkeza lêkolîn û analîzan a bi sekna xwe ya objektîf guherîn û veguherîna Kurdan ji nêz ve teqîb dike, bi raporan raber dike ku Kurdî ro bi ro ji ser zimanan dûr dikeve; çinku dê û bav bi zarokên xwe ra bi Kurdî xeber nadin, û çinku li gor gazincên dê û bavan her tiştê li derdora zarokan bi Tirkî ye û ew jiber Tirkî, Kurdî naelimin. 

Qeydên KSCê sala 2022yan girtine nîşan didin ku li Diyarbekir, Kurmancên bi zarokên xwe ra bi tenê bi Kurmancî xeber didin ji 100 kesî 10 kes in, û Zazayên bi zarokên xwe ra bi tenê bi Zazakî xeber didin, ew jî ji 100 kesî 7 kes in.

Wan salên Osmanliyê, Bulgarên di îsyanê de sirgûnî dişandine Diyarbekirê, Bulgaran li Stenbolê û Bukreşê, bi qasî 30 rojname û kovar derdixistine û di wan de bi malumatên sirgûnan dane ser Diyarbekir hinek nivîs derketine.

Edîtorê Kovara Çitalişte Petko Slaveykov ser Diyarbekir gotiye li wir û li dora wê ji miletan Kurd pir in û ser Kurmanc û Zazayan jî gotiye ferqa lehçeyên wan nola ji zimanên Slavan nola ferqa Bulgarî û Lehî ye. 

Ji sirgûnan Marin Poplukanov jî li deftera xwe ji zimanên Bulgaran û Kurdan hinek kelîmeyên nêzî hevdu nivîsîne ku bra: brat, mak: mayka, ku da: kide, tu: ti, ez: az ji wan çendek in.

Bulgar Devrimcilerin Diyarbakır Yılları, Mahmut Bozarslan, VOA-Türkçe, 27 Ocak 2019

Diyarbakır Sürgünleri – Bulgarların Kaleminden Kent Manzaraları, Hüseyin Mevsim, Kitap Yayınevi – 2016

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Guhdar Zerrîzîz û Cewabeka Saet Çendê Şevê

>

Kovara Nûbiharê Ser Hereketa Şêx Seîd Dosyeyeka Dagirtî Hazir Kiriye