Nîsana 2026an ji unîversîteya Mûşê navê wî Hamit Korkmaz gêncekî seba derseka xwe ser podcastê hinek pirs şandin ji min ra.
Ji mesaj û mektûban, mala wan ava, ji destekçîyan, ez zanim tevî akademîsyanan gelek unîversîteli li Perxudres Podcastê guhdarî dikin.
Bi wan guhdaran mûtli û mesûd im û ez bi wan pirsan jî, ewên bi destê Hamit Korkmaz ji hêla Mûşê hatibûn, pir kêfxweş bûm.

Pirsa yekê dûz bû û bi wê dûzbûna xwe zor bû: Podcast çi ye bo te? Di cewabê da min got, podcast li rêyeka dûr bî yar e, li mala xwe bî mêvan e, bi tenê bî dost e, meraqliyek bî mekteb e, xewlêherimî bî hebeka xewê ye, di depresyonê da bî psîkolog e psîkîyatrîst e, di tarîyê da bî şewq û şemal e, sewdaser bî mektûbek e û di kêfê da bî kêfa li ser kêfê ye.
Pirsa duduyan ser kinbûn û dirêjbûna xelekên podcastan bû. Di podcastan da xelekên kin çiqas kin bûn, xelekên dirêj çiqas dirêj? Li ser vê pirsê jî di cewabê da min got, dilê te bixwaze dikarî bi saetan dilê te bixwazî dikarî bi çend sanîyeyan xelekên podcastan çêkî. Hinek ji bejndirêjan hez dikin, hinek ji kinikan. Eynî ew meseleya gewr û esmeran e, ez ji van bejndirêjan hez dikim, lê kinikekê ez kuştime.
Pirsa sisêyan ser mîsyona podcastan bû. Qesta podcastan çi bû, ew kêrî çi dihatin? Ne pirseka zor bû, di cewabê da min got, ez jibo hîs bikim ku ez li heyatê me li ser Perxudres Podcastê me. Hinek guhdarên Perxudres Podcastê jibo xwe nekujin li wê guhdarî dikin. Her podcastekê hedefeka wê heye, a me hedef heyat e, qesta me ew e, westa me bo wê ye. Guhdarên vê podcastê û ez, em dixwazin heyatê bibihîsin. Gava ez mirim dixwazim çend guhdar werin ser tirba min û çend xelekên podcastê vekin li ber serê min. Dixwazim heyatê bibîhisim û wê stranê, ewa dibêje mirin xweştir ji vî halî.
Pirsa çaran ser populerbûna podcastan bû. Milet seba çi ji podcastê hez dikir? Min di cewabê da got, çinku însanên sedsala 21ê li samîmîyetekê digerin, çinku rengên vî zemanî dixapînin çavan, dixapînin însanan. Di tarîya şevê da, çaxa çav çavan nabîne, rengekî dixapîne tune û wê çaxê tenê deng dikare di wê tarîya ripreş da rastîyeka ji dil raber bike. Jiber xapandina rengan, însan çavên xwe digirin êdî û ew dixwazin bi guhên xwe bibînin.
Vodcast jî hene, podcastên bi vîdeo, lê di wan da jî deng li pêş e. Pir şa me, ez ne ji çavan, ji guhên însanan diçim dikevim dilên wan. Bi min hîn samîmî tê. Di şevereşekê da deng ancax wê ji dil were, ma ne? Bi şor û şîretan, geh erotîk, geh melankolîk, geh bi dûzen û dîsîplîn, geh bêserûber û bêretorîk, dengê min tê te.
Pirsan pêncan pirseka enteresan bû. Karê podcaster û dengbêjan çiqas dişîbîyan hevdu? Li ser vê pirsê jî min di cewabê da got, wextekê dengbêj li dîwanên beg û mîran bûn, bi fînansorîyên wan distran, digotin. Îro li dinê gelek podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dikin, Perxudres Podcast jî ji wan podcastan yek e. Beg û mîrên podcastê guhdar in yanî, û podcaster jî dengbêjên li ber mîkrofonê ne.
Bes ferqek heye: Dengbêj di bin hikmê kîjan mîrî da bûna, pesnên wî didan bi patronaja kultûrî û car caran jî, mecbûr, jî rastîyê dûr diketin, lê ez naxwazim ji rastîyê dûr bikevim, naxwazim bi patronajê patînajê bikim. Seba guhdar min nekin bin hikmê xwe destekên wan heta radeyekê ne, jê pê va ez qebûl nakim. Ji pîvan û prensîbên me ra, ji şerefa podcasta me ra eyb e.
Pirsa şeşan ser rewşa podcastên bi Kurdî bû. Cewab; rewşa podcastên bi Kurdî, qesta min Kurmancî û Zazakî ye, berbad e. Nîsan 2026, niha 9,000 podcastên pismamên me yên Faris hene; bi Kurmancî û Zazakî li ser hev kî, aktîf ne 9000, ne 900, ne 90, 9 podcast jî tune ne! Di dewra gazeteyan da belkî îmkan tunebûn, bi Kurdî gazete dernediketin, di dewra radyoyan da belkî îmkan tunebûn radyoyên bi Kurdî tunebûn, di dewra televîzyonan da belkî dîsa îmkan tunebûn TVyên bi Kurdî tunebûn, bes îro li seranserê dinê di medyayê da dewra podcastan e, lê ka kîjan Kurd dikare ji min ra bibêje ku îmkan tune ne?
Ne studyoyên mest î mezin, ne mîkrofonên biha û giran, ne jî ti. Hema bi mîkrofona telefonê herkes dikare podcasta xwe çêke. Lê miletê me mîskîn e, û zordarîyên polîtîk ji xwe ra dike perde û sitare. Loma, careka din bêjim rewşa podcastên bi Kurdî berbad e.
Pirsa heftan ser mijar û meseleyên podcastên bi Kurdî bû: Pirs: Podcastên bi Kurdî bêhtir li ser çi disekinin? Kenîyam bi vê pirsê û min di cewabê da bi ken got, Podcastên Kurdî hebin û li ser xwe bisekinin bes e.