Di royên dawî yên payîza 2025an da min bi eşq û zewq, bi kêf û heyecaneka mezin, bi wê hizûra kitabên xweş didin Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr xwend.
Weşanxaneya Pallê, Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr, bi metnên Bêrîvan Matyar, Berken Bereh, Bilal Korkut, Helîm Yûsiv, Înan Eroglu, Kenan Ormek, Kerîm Biyanî, Lokman Ayebe, Mehmet Dicle, Mihemed Şarman, Nîhatê Hecî Şakir, Ö. Firat Bavlı, Rizgar Elegez, Şener Ozmen, Umer Barasi û Xurşîd Mîrzengî derxistiye.

Li gor pêşgotinê, kitabê navê xwe ji şiîreka Ciwan Nebî girtiye ku wî şairî dema herba li Sûrîyê rokê li qehwexaneyeka Qamişloyê li dora xwe nihêrîye û gotiye, çi vala ye qehwexaneya bajar.
Gelek metnên di Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr da dikin ku ez çend carên din vegerim li wê kitabê binêrim, lê xususî bo Diyarbekir min du sê caran li metnên Xurşîd Mîrzengî û Bêrîvan Matyarê nihêrî.
Di kitabê da, Xurşîd Mîrzengî di ser qehwexane û çayxaneyan ra behsa Diyarbekira sedsala 20an dike û Bêrîvan Matyar jî di ser qehwexane, çayxane û salonan ra Diyarbekira serê sedsala 21ê nivîsîye.
Ser sosyal heyata Diyarbekir ya sedsala 20an nivîsên bi Kurmancî pir hindik in. Jiber ku Xurşîd Mîrzengî piranî û giranîya heyata xwe di wê sedsalê da hiştiye, ew bi rih û bedenê xwe hem mecazî û hem jî bi rastî ji dil ê wan çaxên Diyarbekir e; loma nivîsên wî yên ser bajêr nûr û nîmet in, loma min metna wî bo binavkirinan û bo tarîfkirina adresan jî bi meraqeka mezin xwend.

Xurşîd Mîrzengî dibêje wî salên 1960î li qehwexane û çayxaneyên Diyarbekir şair, çîrokbêj û dengbêjên mîna Fehmî Begê Pêçarê, Mela Xalitê Saetçi, Evdilkerîmê Karazî, Sidiqî Bozo dîtine û bi wan re rûniştiye, li wan guhdarî kiriye.
Di nivîsa xwe da Xurşîd Mîrzengî ser Gazi Cadesi ya ji Daxqapiyê ber bi Mardinqapiyê va dirêj dibe malumatên êpêce enteresan dide, dibêje:
Kolana Seyfo (Gazî) ji Derê Çiyê fena tu tîr ji zikê kevan berdî dirêjî Derê Mêrdînê dibû. Rast û çepê kolanê giş dikan bûn. Piraniya wan esnafan jî ji ber hatina eskerên Ûris, ji Bedlîsê revîbûn hatibûn Diyarbekirê, bûbûn sîxur û destikên bişaftinê. Qewxexaneyên wan esnafên Bedlîsî cuda bûn. Dewletê dikanên fileyên qirkirî belaş dabûn wan, ew jî bûbûn xizmetkarên dewletê. Vana bi Kurdî dizanibû lê te serê wan jê kira, Kurdî qise nedikirin.
Ser muzîkên wan çaxan Xurşîd Mîrzengî dibêje di gramafonê da plakên Celal Güzelses, Malatyalı Fahri, Mihemed Arif Cizrawî û Eyşe Şanê hebûn. Xurşîd Mîrzengî dibêje, dengê gramafonê ji zikê qehwexaneyê dernediket nediçû derve û dibêje gava polîs molîs li derdora bihatana xanê plakên Zeki Müren û Yaşar Özel didan ser.
Xurşîd Mîrzengî balê dikişîne ser betalîya wan salan û dibêje jiber ku ti îş û kar tunebû qehwexaneyên bajêr ji sibê heta nîvê şevê dagirtî bûn.
Bi gotina Xurşîd Mîrzengî be, şevên şevên zivistanê, demên sir û seqemê ji wan çîrokbêjên bi nav û deng, Evdilkerîmê Karazî piştî li camîyê nimêja xwe ya eşayê dikiriye, tevî hin guhdarên xwe dihatiye Qehwanxeya Mala Kejê û çîrok digotine ku yek ji wan çîrokan ser Keja Gulîsor û Naso bûye.
Dîsa bi xatirayên Xurşîd Mîrzengî tê xanê ku cîhên li derveyî beden û sûran wan salan nû bûne; eşraf, esnafên zengîn, memûr û burokratên bajarî xwe li qehwexaneyên li hêla Yenişehirê, li Çamlicayê digirtine.
Di nivîsa Berîvan Matyarê da dem sedsalê 21ê ye û Yenişehira di sedsala 20an da nû êdî kevn bûye û Metropol, Diclekent, Huzurevleri û Talaytepe û hinek cîhên din li bajêr zêde bûne.

Bêrîvan Matyar bi gazinc dide zanîn ku çayxaneyên Diyarbekir piranî cihên mêran in û dibêje ew li çayxaneyan di kêf û lîstikan da ne, xanimên wan, canejinên wan jî li malên xwe dişixulin, karên xwe dikin, li ber xwe didin.
Di nivîsa xwe da Bêrîvan Matyar balê dikişîne ku li warên nû yên Diyarbekir, berî vebûna market û tiştên din ên ferz, ewilî çayxane vedibin û pirekên wan, navên wan salon in.
Ji Diclekent, Metropol, Gazîler û Tesîslerê navên Salon Mamoste, Salon Baran, Salon Sıla dide Bêrîvan Matyar û dibêje mişterîyên wan bi piranî mielim û memûr in.
Ne çayxane, ne qehwexana ne jî salon.. Salên 2010î wan salên ez nû hatibûm Diyarbekir bi cîh bûbûm û diketim qul û qewerên bajêr û min quncikek jî nedihişt, pirbûna kafeyan pir bala min kişandibû.
Ji çayxane, qehwexane û salonan cihê, kafe cîhên wisa bûn ku jin jî lê rûndiniştin, mêr jî û ew jin û ew mêr pirtir kesên xwendî bûn.
Min li kafeyên li Sanat Sokağı, Kolana Hunerê ya Ofîsê şair, nivîskar, medyakar didîtin û em rûdiniştin çay li dû çayan me ser edebîyatê û sîyasetê xeber dida.
Naskirina nivîskarekî, şairekî jiber ku sosyal medya hîn jî ewqas neketibû heyata me û ti kes erzan nekiribû hîn, wan çaxan tiştekî giran î bi qîmet bû.

Wan salan, ji wan mudawîmên Kolana Hunerê yek jî şairê şêrgele Arjen Arî bû ku wî di Eroûtîkayê da bi çavên li ser xanimekê gotiye:
bayekî mê û esmer dihêlî li dû xwe
Ofîs ji mirovan siksikî, sermest
huner nêrîn e li Kolana Hunerê
keserekê vedide pîremêrek
xwezîya min b’mêranîya berê
Bi salên 2020î ra kultûr, estetîk û edebîyat bi temamî dûr ketin ji Sanat Sokağı, ji Kolana Hunerê ya Ofîsê, û hinek tiştên din hatin ketinê ku kes naxwaze wan tiştan bibîne û rasterast behsê bike.
Dixwazim dîsa bi edebîyatê şên bin kafeyên Kolana Hunerê, keserekê vedidim û dibêjim, ka li ku man şair, bi ku da wenda bûn şiîr; a rind ez çayekê vexwim, ez qehweyekê, xwezîya min bi wan royên berê.
Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr, Amedekar: Înan Eroglu, Pall Weşan – 2025
Hemû Helbest, Arjen Arî, Weşanên Sor – 2024