Defter – Utopya: 08.01.2026

08/01/2026
112 caran hatiye xwendin

8ê Meha 1ê, 2026 –  Pêncşem

Min îro ser dinyaya vî zemanî çend nivîs xwendin. Nivîs êpêcê dirêj bûn.

Maqûl û mezinên stratejîyan teqîb dikin û serên xwe ser analîzan diêîşînin, bi zimanekî zelal dibêjin dinya ketiye dewreka tarî û talîya heq, hiqûq û edaleta sedsala 20an hatiye ku ew wan çaxan bi hikm û hegemonyaya Amerîka, li Ewrupa hebûn.

Li gor maqûl û mezinan, Amerîka êdî destê xwe ji ber Ewrupa dikişîne û ew cografyaya di tarîxa xwe da tim, wer di şer û herban da bûye dîsa li eslê xwe vedigere.

Tarîxçi hemfikir in, Ewrupa ya ji 1945an heta 2022yan herba germ nedîye, di vê dewrê da li îstîsnayekê bûye û niha Ewrupa û Yekîtîya Ewrupa dikevin demeka zor. 

Zarokîya min a li talîya sedsala 20an û serê sedsala 21ê rast hat Yekîtîya Ewrupa bi xeberên ser Krîterên Kopenhagê ji kanalên Tirkan bihîst.

Li mektebên Tirkan, mielimên Tirk ji me ra digotin ku eger em pêşve herin û medenî bibin wê dewleta me Tirkîye jî bikeve Yekîtîya Ewrupa.

Yek yek mielimên Kurd jî li wan mekteban bi pistepist ji me ra digotin Tirkîye jibo bikeve Yekîtîya Ewrupa dikê mecbûr heqê Kurdan bide û Kurdî serbest bike.

Eynî wan salan, wan çaxan gêncên çapik û çeleng li înternet kafeyan di kanalên sohbetan da xwe li pîrejinên Ewrupa digirtin ku bi wan xwe zû ji vir xelas kin û herin welatên medenîyet û edaletê.

Enteresan e, enteresan e, çinku van royan dikevim arşîva kovar û kitabên PKKê, Stêrka Ciwan dixwînim. Stêrka Ciwan, wê kovara sala 1994an li Almanya dest bi weşanê kiriye, tim bang li Kurdên Ewrupa kiriye ku bo azadî û serbestîya rast vegerin welêt, çiyayên welêt. 

Heq, hiqûq, edalet, azadî û serbestî tim li dûr, tim li utopyayê ne eceb?

Xeyaleka min jî tune êdî. Ji taqetê ketime. Dengê dîya min e, dibê, de were em şîvê bixwin. 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Rengên Kefenê Seyda Perinçek û Strana Stranbêja TRT Kurdî

>

Mektûba Zîzê: Heta Xatirxwestinê