2yê Meha 2yan, 2026
Min îro bi Stêrka Li Ser Xetê ya Bêrîvan Saruhan dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir.
Stêrka Li Ser Xetê ya 2023yan bala xwe daye ser wan stêrkan ku sala 1993yan li Dirbêsîyê ji caxên pace û pencereyan hatine qutkirin.
Dirbêsî li hidûdê Sûrîye û Tirkîyê hêlek li vê hêlê, hêlek li wê hêlê cîhekî Kurmanc e, loma wê jî têra xwe trajedîya xetan dîtiye.

Bêrîvan Saruhan li Dirbêsîyê kameraya xwe daye ber xatirayên di bîrên mezinan da û bi gotinên wan mesele biriye ser qutkirina stêrkan.
Stêrkên me zarokan li hev par dikirin û xeyalên xwe li wan bar dikirin, li ezmên pir û pir dûr û li erdê bi destên însanên sanatkar pir û pir nêzîk bûn, xeml bûn, li ser derî û dîwaran, li ser pace û pencerayan bûn.
Lê jiber ku nîşana PKKê stêrk bû, ew di zarokîya me da seba me ne xeml, bes tirs û talûke dihat hesibandin li mektebên Tirkan.
Bêrîvan Saruhan di belgefîlma xwe da di ser beyraqa Tirkîyê ra dibêje gava hîv dihat ber stêrkê, her tişt herkes qaşo silamet bû lê tenê stêrk, na.
Eskerên Tirkan sala 1993yan ketine Dirbêsîyê û stêrkên bi çavên însanên wir stêrkên ezmên in, stêrkên rebê alemê ne, sirf jiber ku stêrk nîşana PKKyê, ji caxên pace û pencereyan dane qutkirin.
Li mektebên Tirkan di dersên resimê da mieliman gava ji me dixwestin ku em beyraqa Tirkîyê çêkin, digotin, gerek hûn berê hîvê, dûra stêrkê çêkin.
Min fehm nedikir wê çaxê, min digot ha hîv berê ha stêrk, çi ferq dike ku, niha fehm dikim çira wer digotin, rind fehm dikim.
Stêrka Li Ser Xetê ya Bêrîvan Saruhan, bi xet û stêrkê, belgeya bîreka trajîkomîk e, bixwazî nexwazî bîna kenê miletekî jê tê.
Omer Faruk Baran
