Deh Muzîkên Min – 2025

27/12/2025
108 caran hatiye xwendin

Sala 2025an muzîk li rêya Mêrdîn û Şirnexê, li Riha û li Diyarbekir, li Stenbolê li ber guhên min bû.

Spotify raber dike ku min vê salê tewr pir ji Cemila Usiv li Metê guhdarî kiriye. Hizn û bêrîkirin heye di vê muzîka enstrumantal da, xem heye bi qedera qelem di destan da.

Di rêza duduyan da Mel Mel Şî heye bi dengê Zana Turan. Va strana hêla Sêwasê însan di çi halî de be jî rih û bedenê radike reqsê bi Zazakîyeka şêrîn. Mel Mel şî, Mel Mel şî, tamê Melê çîno, Melê  Mel nêweşo. Mel çû, Mel çû, kêfa Melê tune, Mel nexweş e. 

Bi dengê Sercan Öztürk ü Hüseyin Korkankorkmaz, Bugün Ben Bir Bağa Girdim heye di rêza sisêyan da. Straneka zêde zêde mehnedar e. Bağın kapısını açtım, sandım ki cennette düştüm, yar ile tenha görüştüm, ne bağ duydu ne bağbancı. Min qapiyê bêx vekir, bêje min cenet sêr kir, min yarê maç kir, ne bêx bihîst ne jî xwedîyê bêx. Wer stranek e ku ji li Stenbolê ji Kadıköyê ber bi Kartalê va, bi şev.

Zozan C. bi Ey Dilberê di rêza çaran da ye. Muzîka hişê çêkirî heye di heyata me da êdî, wê dilê çêkirî jî hebe eceb rokê? Dawîya dawî wêran dil e tim.

Di rêza 5an de Geçti Dost Kervanı heye bi tuluma Filiz İlkay. Karwanek ji Wanê hat Diyarbekir, dil li dil xist û rabû berê xwe da Stenbolê. Kî bibihîse girîya gulê, gava bihar biçilmise mîna payîz-kulê. 

Cîrane Te Me, bi dengê, Dengê Qamişlo di rêza 6an de ye.

Neyim Var Ki ya Ceza û Sagopa Kajmer ketiye rêza 7an. Wek marşa milî ya rapa Tirkî tê hesibandin Neyim Var Ki. Ji serê salên 2000î vir va li Ceza û Sagopa Kajmer guhdarî dikim. Li dû wan kalîteya rapa Tirkî her ku çû ket, hîn jî kesî di ser wan ra lênexistiye.

Marco Polo ya Loreena McKennitt di rêza 8an da ye. Şerq û xerb, heta ez hebim sax bim li vê heyatê wê meraqeka min a mezin be. Bi vê muzîkê diprisim ji xwe, şerq çi ye, çi ye xerb û em kî ne li ku ne.

Ji Nikbinlerê Eylülzede di rêza 9an da ye. Bi dilê şikestî wexta dimeşî pêlî pelgên payîzê dikî û ewr dibêjîn a me çi ye çi baran e ku, hele tu li van hêsirên han.

Û Gurbet ya Ahmet Koç di rêza 10an de ya. Bi hezkirin, bi hurmet. Bi dinyaya boş û betal, geh ken geh girî, geh şîn û geh şahî, ew e tim hal û hewal.

Omer Faruk Baran

Tu dikarî ji lîsta li jêr li temamîya 10 muzîkan guhdarî bikî.


<

#Mektûb2025: Milan Hemo

>

#Mektûb2025: Guhdar Varan