Guhdar N. bi e-mailê ji me re fotografeka dareka Dêrsimê şandiye.
Di fotografê da li jor dara bi tenê ezmanê hêşin heye bi telpek ewrên sipî û li jêr jî erd kesk dixewine, erd zer tê xanê.
Dara bi tenê di orta keskî û zerîyê da sankî li benda havînê ye ku here di fîlmeka Îranê de bisekine.
Fîlm bira li şûna xwe bisekine.. Dibêjin sazbendên Dêrsimê seba ku dengên saz û baxlemeyên ew çêdikin rind bin, darin wan ji darên dûrî daran çêdikin.
Sazbendên Dersimê dibêjin darên dûrî daran, darên bi tenê, tim werga dûr, tim werga bi tenê, bi hesretê bi bêrîkirinê, sal dane ser salan, loma jî sewtên wan hiznî ne, xweş derdikevin.
Fotografên darên bi tenê jî xweş derdikevin; mewsim çi be jî di fotografê de, bihar, havîn, payîz, zivistan ferq nake, hiznî ne fotografên darên dûrî daran, nola wê fotografa Guhdar N. ku kişandiye Hezîrana 2024an.