Perxudres Podcast ji Temûza 2025an vir va bi destekên guhdarên xwe weşanê dike.
Guhdar, da weşana Perxudres Podcastê nesekine û bi kalîte dewam bike di ser Patreonê ra destekên xwe yên madî dişînin.
Bi qasî em ji destekçîyên xwe elimîne, heta van royên em 2025an li dû xwe dihêlin û derbazî 2026an dibin, guhdarên me yên ji Erzirom, Mêrdîn, Agirî, Diyarbekir, Adiyaman, Urfa, Meletî û Mûşê destek dane; çi bi 1, çi bi 3, çi bi 5, 10, 20 û 30 dolaran.
Her destekek li her sanîyeya vê podcastê tesîr dike û em her carê spasîyên xwe bo wan destekçîyên xerîbdost dibêjin. Belkî em vê gotina xerîbdost, ku mehneya wê dostê xerîb û bêkesan e, kanibin bo vê podcastê bikin podcastdost.
Meha 12an ya 2025an ji Urmîyê podcastdostekî destek da Perxudres Podcastê, vê destekê em ne îşê îşan pir şa kirin.
Bi destekên ji Urmîyê me dî ku xerîteyên sîyasî tesîr li muhabetên dilî û kultûrî nakin ku bi hidûdan yek ji me di bin hikûmdarîya Tirkîyê da bû, yek di bin hikûmdarîya hêla Îranê da.
Di van royên dawî yên 2025an da mehane bi qasî 200 dolar dikeve hesabê Perxudres Podcastê. Seba weşana me bi kalîte dewam bike û tekane fikir û fokusa me podcast be, hedefa me mehane 1000 – hezar dolar e û em dibêjin bi guhdarên me yên sadiq û samîmî xeyaleka wisa mimkun e, ne dûrî aqilan e, ne utopîk e.
Ê xelkê wezareta wan ên kultûrê hene, bankên wan hene destekê didin karên kitabî-kultûrî, ê me jî guhdarên me hene. Em dixwazin raber bikin ku di Kurdî da jî weşaneka bi destekên guhdaran mimkun e.
Gava em dibêjin destek hinek guhdarên me yên em rind zanin tim li me guhdarî dikin, dibêjin qey lazim e ew her carê 1000-2000 dolar destek bidin û bi vê yekê hem guh û hem çavên wan ditirsin bêmehne.
Lê na, tevkarîya me li ser wê fikrê ye, ewa ku dibêje hûrik hûrik dagire tûrik, loma destek bi 1 dolarî destpê dike û bi pîvan û prensîbên rojnamegerîya etîk herî zêde heta 30 dolarî dare.
Jê pê va dikeve reklamê ku gava em reklamê distînin em di xelekên podcastê da wê bi şeklekî eşkere dikin.
De her çi be, banga me wek her carê dîsa xayet zelal e: Eger hûn ji Perxudres Podcastê hez dikin, li rê, li parkê, li mal û mutfaxê eger sebra we bi vê podcastê tê û eger her ku hûn li xelekeka wê guhdarî dikin ew tiştekî li we zêde dike, destekê bidin ku weşana wê dewam bike û em vê bangê tekrar tekrar nekin, nekin ducare û dubare.