Bavê min rehmetî deh qitayên İstiklal Marşı ya cumhurîyeta Tirkîyê ezbere zanibûn.
Wî ew deh qitayên marşê li eskerîya xwe ya li Çanakkaleyê ezber kiribû û car caran li cemaetan ku şor dihate ser şiîran, metha Mehmet Akif, metha wî şairê İstiklal Marşiyê dida û deh qita bi rîtmeka şaîrena dixwend.
A ku bi vê şiîrê heyecan dida bavê min, Îslam bû, Misilmanî bû. Li gor fikra wî Mehmet Akif şiîra marşê çi Ereb çi Kurd çi Tirk bo umetê yazi kiribû, loma wî tevî Kurdbûna xwe ya qaîm û qewîn jî di vê şiîra da, ku bûbû marşa cumhurîyeta sekuler, pareka xwe didî.

Lê serê salên 2000î, wan salên li mekteba min a orte û lîseyê rast dihat, royên Duşemê berî ders destpê bikin û royên Înê dema ders diqediyan, nexwendina İstiklal Marşıyê, protestoyeka Kurdbûnê bû li xwendingehên li Sirûcê.
Telebeyên li ser rêka Kurdbûnê devên xwe venedikirin û marşa ku digotinê ‘’marşa Tirko ye’’ nedixwendin, bes mielim û midûrên ekserî bi eslê xwe Kurd bûn, gava protesto ferq dikirin, dihatin diçerpandin telebeyan û ji wan dixwestin ku bi dengekî bilind marşê bixwînin, heta ku deng diçû erş û ezmanan.
Xwedîyê şiîrê, Mehmet Akif, ew şairê tam-Ernawid, gava bidîta telebeyên tam-Kurd li mektebên tam-Tirk naxwazin şiîra wî ya bûye marş bixwînin wê çi bigota eceb?

Akademîsyen Mesut Arslan di kitaba xwe ya ser Xelîl Xeyalî da, ser dostanîya wî û Mehmet Akîf jî detay dane.
Xelîl Xeyalî yê ku Mesut Arslan bo wî dibêje Kurdekî sade û xwende bi xebatên xwe yên ser zimanê Kurdî û Kurdbûnê tesîr li kesên mîna Ekrem Cemîlpaşa, Musa Anter û Seîdê Nûrsî kiriye ku dostanîya wî ya bi Mehmet Akif ra salên wan ên li mekteba Stenbolê bi muhabeta umetê çêbûye.

Xelîl Xeyalî û Mehmet Akif, yek Kurd û yek Ernawid, dostanîya van her du minewerên dewra Osmanliyê ji gêncîyê heta ku Mehmet Akif sala 1936an miriye, dewam kiriye. Sala mirina Xelîl Xeyalî 1946 e.
Serê sedsala 20an, wan çaxên Osmanli êdî hêdî hêdî diket, minewerên Misilman xwe bi edebîyata umetê li hevdu girtine. Mesela, Hezîrana 1913an şiîreka Mehmet Akif di Sebilurreşad da derketiye, bi Tirkî, ew şiîr Temûza 1913an bi tercûmeya Xelîl Xeyalî di Rojî Kurd da derketiye, bi Kurmancî.
Şiîra di Sebilurreşad da bê nav bûye, di Rojî Kurd da navê wê Hawar û Fîzara Misilmanî hatiye weşandin.
Mesut Arslan di pêşgotina kitaba xwe da dibêje Mehmet Akif gava helbesta xwe bi Kurdî ditiye çi fikiriye gelo, xwezî me bizaniya.
Mehmet Akif, bi tercûmeya Xelîl Xeyalî hîn di destpêka wê şiîrê da dibêje, li kû ye Misilmanî!
Dewama şiîrê elbet şîret e li umetê, ser şîyarkirina wê ye, lê berî wê, bo heq û edaletê, bi rastî jî li kû ye Misilmanî, xwezî me bizaniya.
Xelîl Xeyalî Modan – Kurdekî Sade û Xwende, Dr. Mesut Arslan, Weşanxaneya Nûbiharê – 2025
