Yareka min a rengê rûyê wê tim xem, hevalekî min î nivîskar, dostekî min î ji xwe û ji xwendinê zêde zêde razî û du guhdarên destekê didin Perxudres Podcastê ji min xwestibûn ku ez nesekinim, deqekê jî dereng nexînim û herim rûnim ”Seneler”a Annie Ernaux bixwînim.

Dema yek kitabekê tawsîye dike, ez jê sebeba tawsîyeyê dipirsim berê, dûra qirara xwendin-nexwendina wê kitabê didim. Salên cihê-cihê ji kesên heyatên wan ji hev pir cihê hat ew tawsîyeya ser ”Seneler”a Annie Ernaux û sebeb eynî bû: ”Li ser stîla te ye, tuyê jê hez bikî..”
Ne deqe û saet, min meh û sal li ser wê tawsîyeyê xistin û axirî Nîsan 2026 min ”Seneler” ji Amazonê wesande mala dîya min, mala li Riha. Jiber ku seba karûbaran nigekî min li Diyarbekir e, min li kargocîyan tembe kiriye ku ti carî li qêpi nexin û endîşeyan nedin dilê dîya min.
Kargoci di lezûbezê da ne, dîya min a pîr ji ber êşa piştê nikane hema rabe her qêpi veke. Çare: Li devê derîyê mala dîya min datînin kargoci kitaban û ku ez têm, keç û kurekî wefadar tê, kî tê, em kî tên, em kitaban radikin dibin hindur.
Wexta mesaja teslîmkirina ”Seneler”ê hat telefona min berêvarekê ez li mala dîya xwe bûm. Ez nizam çira heyecanekê hema ez rapêçam û bi min da hîskirin ku dewreka din destpê dike di heyata min da. Min qapi vekir, karton-paketa Amazonê rakir çirand û min derxist li ”Seneler”a Annie Ernaux, ”Seneler”a xwe nihêrî; min dî dilive lêv e, ez zanim çi li dêv e, min, qapi, girt.
Dîya min li salonê li ber ekranên TRT Kurdîya li ser sohbeteka nimêj û nîyazan bû, min xwe avêt odeya xwe, min xwe avêt ser yataxa xwe û min xwe avêt kitaba xwe.

”Seneler”, bi orîjînala xwe ya bi Fransî ”Les Années” e sala 2008an derketiye. Kitaba otobîyografîk tevî hafizeya kolektîf ji salên 1940î heta serê sedsala 21ê tê.
Annie Ernaux, nivîskara li derdoreka mezbût û mihafezakar mezin bûye ser meseleyên mîna azadîya jinan, bekaret, zewac, kurtaj û veqetînê, li hêlekê qaîdeyên dînekî Katolîk, li hêlekê dûrketina ji dindarîyê, dûz û durist nivîsîye. Min bi mêranî û ji mêranîyê bêtir bi heyranî xwend.
Enteresan e: Sal û seneyên Annie Ernaux ji yên dîya min zêdetir in, 10 salan ji dîya min mezintir e Annei Ernaux, lê di otobîyografîya wê da min ne heyata dîya xwe, heyata xwe dî.
Gava ez ji dîya xwe dipirsim, ez dibêjim ”Tu kîjan salê hatiyî dinê ye?”, dibêje ”Bave mi rehmetî digo, sala av rabû, sala peya di Aşê Mestana da fetisîn..” Wan salên ku reqeman li zemên û zimên hikûm nekiriye hîn, ne nola salên Annie Ernaux, nola wan salên kal û pîrên Annie Ernaux. Dinêrim, ez jî hema bêje 50 salan li dû Annie Ernaux hatime dinê, û ma ne dinya li şerqî bi sedan sal in 50 salan li dû xerbî ye.

Annie Ernaux dibêje, hafize jî nola şehwetê rihet nasekine û sax û mirîyan, xuya û xewn û xeyalan li nêv hev dixe. Dibêje, bi hezaran kelîmeyên kêrî binavkirina tiştan, hîs û hereketan û rûyê însanan, kêrî gupegupa dil, kêrî şilkirina berzik û darikan hatine wê ji nişka va werin bîrkirin û herin. Û dibêje, ew dixwaze bi nivîsê, bi kelîmeyan çend tiştan xelas ke.
Bo xelaskirina çend tiştan ez ji 2001ê vir va li defteran dinivîsim. Êdî eşkere ye, ez êdî rind zanim, ez gelek caran rê li ber qelemê digirim ku her tiştî ji defterê ra nebêje. Hafize ku xwe ji min xelas ke û xwe biavêje ber bextê qelemê û min wêda gêr ke, wê rastîyên hîn rast raber bike, li ser defterê: Li maleka mezbût û mihafezekar mezin bûme, heyatê bi hîkayetên modernîteyê ra ez hol kirime li her rengî û dengî xistime, lê ez hîn jî li ser felsefeya ”Hûr bajo, kûr bajo, ga mêşîne!” me, şaş im, pir û pir şaş im!
Çend guhdarên Perxudres Podcastê jî çend caran gotin ”Tu şaş î”, gotin ”çawa sosyal medyaya vê podcastê tune be?!” û ez dam ber şûrên şermê. Min heq dida argumanên wan, lê min nedixwest, dîsa jî min nedixwest ez careka din vegerim sosyal medyayê û jinûva ji serê sêrî da destpê bikim.. Heta ku min Arnie Ernaux xwend û min bi notên wê yên ser kultûra kolektîf careka din heq da guhdaran.

Annie Ernaux dibêje, ji sedsala 20an dibêje, tiştekî ku dernediket televîzyonê nedibû rastî û realîte û dibêje Jean Paul Sartre û Simone de Beauvoir dernediketin televîzyonê û dibêje va redkirina wan ne xema ti kesî bû.
Kenîyam bi van gotinên Annie Ernaux û piştî min kitaba wê qedand ez rûniştim min hesabekî Instagramê vekir. Pir in şax û şubeyên sosyal medyayê, lê wext û xulqê min ancax têra yekê bike û him li dû şêwr û mişêwran min dî bo Perxudres Podcastê dîsa ya baş Instagram e.Min vekir, min hesabekî Instagramê vekir bo Perxudres Podcastê.
Xedar e algorîtma, bêmerhemet e, wê bêyî ku teknîka wê bi halê hafizeya min û dilê min bişewite, anîn hinek profîl derxistin pêşîya min, piştî min hesab vekir; derxistin pêşîya min profîl û got ”Mi gooo, belkî tu van nas dikî ha..”
Li ber ço û çeqelîya algorîtmayê serê min xwar, çavên min hiznî min li profîlan nihêrî. Di fotografên profîlan da hinek hîn bûk bûn hinek hîn zava, hinek bi jin bûn hinek bi mêr, hinek bi zar û zêçan ketibûn.
Fikirîm hinekî, li gêncîya min rast hatibû destpêka sosyal medyayê, û ew ji navê xwe, ji sosyal medyayê bêhtir sosyal heyat bû bo me: Nav fenên flortê dibe, eşqeka eşkere dibe, tek şeveka şehwetê dibe, gelek mihabet û minasebet ji vir çêdibûn û ji vir çêdibin, lê bo neslê televîzyonê, ku hîn bi dehan salên din sax in, hîn jî hevnasîna li ser sosyal medyayê nola hevnasîna li kerxane û meyxaneyan e û sûcekî mezin tê hesibandin.
Çend dîndarên wextekê ji hesabên min ên berê hevdu nas kiribûn û îş pêşva biribûn heta zewacê meşandibûn, li ser pirsa ”We li kû hevdu dî, kê hûn bi hevdu naskirin dan?”, bi dengên derewlêketî gotibûn ”Hevalekî..”

Annie Ernaux hafizeya xwe da zorê û sedsala 20an, ancax piştî sedsaleka din, sedsala 21ê kanibû binivîsanda. Bîyolojî û bayê felekê rind raber dikin ku ez sedsala 22yan nabînim û dimînim komek hestî li binê axê heta wê çaxê.
Berî tarîya reş û qîr dakeve ser hafizeya min, ez ê bi wê dakevim dilê xwe û ez ê ew meseleyên dibin ”bin-cil”, ”ser-dil” bikim. Ma ne Annie Ernaux e desmal daye dest min û ez kirime govendê? Ez ê bikim, hafizeya min nola şehwetê rihet nesekine û sax û mîrîyan û xewn û xuya û xeyalan li nêv hev xîne jî, ez ê bikim.
Omer Faruk Baran