Faded Kurmanji, Clear Turkish: A Message From Ocalan

27/02/2025
203 caran hatiye xwendin

February 27, 2025, Thursday

I am in Diyarbakır, at Dağkapı Square. Almost an hour before sunset, the letter from PKK leader Abdullah Öcalan is being read in Istanbul, and the sound rises here through massive, booming loudspeakers.

First, the veteran politician Ahmet Türk reads Öcalan’s letter in Kurmanji Kurdish. Right from the beginning, it is clear that the letter has been translated from Turkish; it is impossible to understand anything clearly from that specific Kurmanji.

I always say: the Kurmanji used by Kurdish media and politics is terrible. They do everything possible to ensure no one understands the text. I don’t know who translated Öcalan’s letter, but perhaps Ahmet Türk senses that nothing is being understood. At one point, he stops to explain the meaning of a few of Öcalan’s words—essentially translating the translation—again, in Kurmanji.

Then, moderated by Sırrı Süreyya Önder, Pervin Buldan reads the letter in Turkish. Her tone and voice are elegant; the words are distinct, eloquent, and clear—very clear. In Diyarbakır, Öcalan’s letter and message are only truly understood in Turkish.

The message is clear: Öcalan is calling on the PKK to lay down its arms and dissolve itself.

After the Turkish reading, I look around the square. There are mothers and men crying. I can’t quite tell—I don’t know if those are tears of joy and happiness or of heartbreak.

While I am still looking for an answer, I hear a man shouting: “We will not dissolve, we will not lay down our arms!” He rejects Öcalan’s call, continuing: “We won’t dissolve, we won’t lay down our arms.” Some people around him try to calm him down, but he won’t be pacified, repeating his refusal.

Following his words, some supporters join in, chanting together: “PKK halktır, halk burada” (The PKK is the people, the people are here), and they leave the square with rhythmic, protest-style clapping. From the loudspeakers, songs about Öcalan blare. The youth, the elderly, and those remaining in the square start a lively govend (traditional dance), chanting “Our leader, our guide, long live Apo (Ocalan)!”

I check my WhatsApp. A message has arrived regarding Öcalan’s call. It says: “The technology and drones of the Turkish state have blocked the path of the struggle. In this situation, peace feels less like a historic victory and more like an unavoidable necessity.”

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

27.02.2025, Pêncşem

Li Diyarbekir li Meydana Daxqapîyê me. Hema bêje saetekê berî ro here ava li Diyarbekir, mektûba Serokê PKKê Abdullah Öcalan li Stenbolê tê xwendin û deng bi hoparlorên mest î mezin li vir bilind dibe.

Berê bi Kurdîya Kurmancî sîyasetvanê sal û zemanan Ahmet Türk dixwîne mektûba Öcalan. Dîrekt ji destpêka mektûbê tê fehmkirin ku mektûb ji Tirkî hatiye tercûmekirin û ne mimkûn e bi wê Kurmancîyê tiştekî zelal jê were fehmkirin.

Tim dibêjim Kurmancîya medya û sîyaseta Kurdan berbad e. Jibo kes tiştekî ji metnê fehm neke her tiştî dikin. Kê mektûba Ocalan tercûme kiriye nizanim, lê qey Ahmet Türk hîs dike ku tiştek ji mektûbê nê fehm kirin, di cîyekî de disekine, mehneya çend gotinên Ocalan dibêje, tercûmeyê tercûme dike yanî, dîsa bi Kurmancî.

Dûra bi moderatorîya Sırrı Süreyya Önder, Pervin Buldan dixwîne mektûbê bi Tirkî. Bi reng û dengekî çeleng, bi kelîmeyên jihevderketî, fesîh û zelal, pir zelal. Mektûb û mesaja Ocalan ancax bi Tirkî tê fehmkirin li Diyarbekir.

Zelal e mesaj: Ocalan bang li PKKê dike ku çekan berde û xwe fesih bike.

Piştî mektûba bi Tirkî li meydanê dinêrim. Hinek dayik in, hinek mêrik in digirîn. Tam serwext nabim, fehm nakim, nizanim ew hêsirên şabûn û kêfxweşîyê ne yan yên dilşikestinê.

Hîn ez li cewabekê digerim, dibînim qîreqîra yekî ye, dibêje: Em xwe fesh nakin, em çek bernadin. Red dike banga Ocalan, dewam dike, em xwe fesh nakin, em çek bernadin. Hinekên li dorê dixwazin wî aşt bikin, lê ew aşt nabe, dibêje em xwe fesh nakin, em çek bernadin.

Li ser van gotinên wî, hinekên destekê didin wî bi hev re dibêjin, PKK halktır halk burada, PKK gel e gel li vir e û bi çepikên di rengê protestoyê da ji meydanê derdikevin. Ji hoparlorê dengê stranên ser Ocalan bilind dibin, gênc û kal û pîrên li meydanê mane govendeka geş digerînin, bi serok û rêberê me, bijî bijî apê me.

Li Whatsappa xwe dinêrim, mesajek hatiye ser banga Öcalan, dibêje: Teknolojî û dronên dewleta Tirk rê li ber mucadeleyê girtin û di vê rewşê de aştî, ji pêşveçûn û serketineka tarîxî pirtir, nola mecbûrîyetekê ye bi min.



<

Çep û Çeleng Eren Keskin

>

Reşîtê Dengbêj-Mitrib-Omerî