Fahîşe Payîzê Çi Dixwînin?

14/07/2026
97 caran hatiye xwendin

Bi salan e li muzîkên Sonbaharê, li muzîkên wê fîlma Özcan Alper guhdarî dikim, lê min fîlma mehneya navê wê payîz e, anî ancax kelegerma Temûza 2026an sêr kir.

Di vê fîlma sala 2008an da, Yusufê salên unîversîteyê bi slogan û sîyaseta sosyalîzmê ketiye û 10 salan di hepsê da maye, jiber nexweşîya xwe ji hepsê derdikeve û vedigere gundê xwe yê li Qeredenizê.

Yusuf li warê bavûkalên xwe bi dîya xwe ra bi Hemşînî şorê dike ku ew lehçeyeka zimanê Ermenîyan tê hesibandin.

Li Tirkîyê piranîya wan li hêla Borçka û Hopa, li hêla Artvîna Qeredenizê li dora 40 hezar kes Hemşînî xeber didin.

Ez li sînorên Tirkîyê çend caran çûme bajarên Qeredenizê, û min li wan deran serdestîya Tirkî li hêlekê, xêncî yê Hemşînîyan, zimanê Lazan, zimanê Gurcîyan jî bihîstine. 

Di fîlmê da Yusufê piştî hepsê li ber xwe dide ku bielime heyata derva li kitapçîyekî li jineka Gurcî, li Ekaya fahîşe rast tê. Lihevrasthatinek: Yusuf li ber refan sekinîye li kitaban dinêre, Eka tê li klasîkeka Rûsan digere.

Kitapçîyê zane Eka fahîşe ye, piştî ew kitaba xwe dikire û derdikeve, ji Yusuf ra bi ken û bi heyret dibêje, hela hela fahîşeyên xelkê jî xwendî ne..

Fahîşeya xwendî, esasen di ser Rûsan ra nîşaneka salên ketin û hilweşîna Sovyetê ye li Tirkîyê. Sosyalîzma Sovyetê bela wela bûbû, û hinek jinên wan ên xwendî, hinek jinên bê îş mabûn, bo îdare û debara xwe bikin, derbazî Tirkîyê bûbûn, bûbûn îşçîyên fuhuşê.

Sala 1991ê dawî li Yekîtîya Sovyetê hat, lê îmaj û mefhûma fahîşeya xwendî bi salan li ser jinên ji wan welatên li wê hêlê ma. 

Piştî Herba Sar, piştî Yekîtîya Sovyetê hilweşîya parçe parçe bû, entelektuelan gotin talîya tarîxê ye, gotin êdî dewra şerê medenîyetan e.

Ji wan entelektuelan Samuel Huntington sala 1993an di wê nivîsa xwe ya meşhûr da mealen gotiye, ez dibêjim ji vir û pê va, micadele wê ne jiber îdeolojî û ekonomîyê be, lê wê jiber kultûrê be û wê medenîyetên ji hev cihê bi hev kevin, li hev xin.

Yusufê ji hepsê derketiye û ji sloganên sîyaseta sosyalîzmê dûr li heyatê li ber xwe dide, Ekaya bi heyata xwe ya fahîşe heyfa xwe bi micadeleya Yusuf tîne, tev raber dikin ku talîya dewra îdeolojîyan hatiye. 

Bi vê fîlmê, bi heyata vî zemanî heqekî didim Huntington, rast e, talîya dewra îdeolojîyan e, diqedin îdeolojî, lê heta niha jî me micadeleya medenîyetan nedîye, micadele ekonomîk e.

Komek serdar û sermayedarên ji medenîyetên cihê li kêfa xwe, li Tirkîyê, ekonomîya xirab, enflasyona giran, Yusufan dikuje û Ekayan çêdike li ser hev. 

Ekayên ji unîversîteyan mezûn bûne, Ekayên bi dîplomayên xwe îş nedîne, lê seba xwe ji zordarîyên derdora mala bavê xelas bikin, seba destekên ekonomîk bidin xwişk û birayên xwe, dibêjin min îmtihana tayînkirinê, îmtihana KPSSê derbaz kir û wek ku tayîna wan derketiye filan bajarî diçin, li wî filan bajarî dibin fahîşe.

Ew realîteya req û pir sert mîna pêlên Qeredenizê, tam neketiye kitaban hîn, hîn neketiye fîlman tam, kes naxwaze behsê bike. Belkî belkî Qeredeniz..

hey gîdî qeredeniz pêl pêl rabû û nerijîya, em nebin sewdaser kê sewda kir ew nejîya..

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON



<

No Good Men – Mêrên Rind Tune Ne

>

B û P û Feyrûz