From Ardahan to Ankara: The Memoirs of Yüksel Avşar

21/02/2026
179 caran hatiye xwendin

The politician from the Serhed region, Yüksel Avşar, has penned her memoirs, spanning a life lived between Ardahan and Ankara. These memoirs trace political outlines from the mid-20th century through interactions with Kurds and Turks up until the beginning of the 21st century.

Yüksel Avşar begins her story with the torture chambers of the September 12, 1980, military coup. She journeys from her youth in Ankara and the Mamak Prison to the wilderness and mountains of Ardahan and Hoçuvan.

In her writing, Avşar clarifies her roots: she is originally from the Badikî tribe of the Diyarbakır region and emphasizes that they have no connection to the Turkish Avşar clans. She notes that the Badikî were traditionally warriors, and their homeland in Ardahan was known among the people as the “Lion’s Courtyard” (Meydan û hewşa şêran). Over time, through linguistic mutation, “Hewşa Şêran” became Hewşêr.

Although “Avşar” became their official surname in 1934 due to Turkish state laws, she notes that locals in Ardahan still refer to them as Mala Hewşerya (The House of Hewşêr).

Using documents regarding migrations and caravans, she seeks to prove her Kurdish identity. Ultimately, however, she believes a person belongs to the nation they feel a part of.

The author also mentions the Turkish television star Hülya Avşar, who hails from the same tribe and family. While Hülya occasionally uses Kurdish words, she has stated in interviews, “I am stuck between being Kurdish and Turkish, but I feel Turkish.”

Yüksel Avşar observes that women from Hoçuvan grew up more liberated and independent compared to other regions, citing Hülya Avşar as a product of this environment. She attributes this to the Russian influence in the Serhed border region, suggesting that the lingering cultural impact allowed women more freedom of movement and social ease.

Growing up with a “natural” Kurdish identity in Ardahan, Yüksel’s life shifted to Ankara for university, where she joined the political ranks of the DDKO (Revolutionary Eastern Cultural Hearths).

At that time (early 1970s), women were rare in Kurdish political circles. She recounts a telling dialogue with the intellectual Canip Yıldırım:

One day at the DDKO, I was washing dishes. Canip Yıldırım came by and asked, “My daughter, why are you washing dishes?” I replied, “Look at all these flies buzzing around… look at the dirt and mess.” Canip Abê laughed and said, “Those flies are all men; our male comrades are too shy to approach you, so they’ve appointed the flies as their representatives. Watch out, they might bite you!”

The laughter turned to tears with the March 1971 military intervention. The DDKO was closed, and the movement splintered. After the initial shock, Kurdish groups reorganized around various organizations (Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî, Rêya Azadî, and the PKK) until the 1980 coup struck.

Avşar provides harrowing details of her time in Mamak Prison, where she and her comrades were stripped and beaten with batons. Yet, amid those dark nights, she recalls a poignant New Year’s Eve (1980–1981):

Three Kurdish soldiers—one from Diyarbakır, one from Ağri, and one from Muş—secretly befriended the prisoners. That night, they sang the prohibited songs of Ayşe Şan, Mihemed Şêxo, Şivan Perwer, and Şakiro. The prisoners wept with joy.

Reflecting on her life from the vantage point of the 2020s, Avşar remains heartbroken by the lack of unity, stating: “Turks support one another, but we Kurds are exhausted and lonely; we fall into conflict and blame each other.”

She concludes that the Kurdish issue is a difficult one that requires sound strategies and high-caliber leadership. She wrote her memoirs—encompassing the beauty, the truth, the mistakes, and the hardships—because she believes every person who has sacrificed for this cause must tell their story to create a collective synergy for new paths forward.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

Sîyasetvana Serhedî Yüksel Avşar hêleka wê Erdexan hêleka wê Enqere xatirayên xwe nivîsîne. Xatira bi xetên sîyasî ji nîvê sedsala 20an bi danûstandinên bi Kurdan û Tirkan ra heta serê sedsala 21ê hatine.

Yüksel Avşar bi îşkencexaneyên derbeya Eylûla 1980î dest bi xatirayan kiriye û ji gêncîya xwe ya li Enqere û Hepsa Mamakê çûye çol û çiyayên Erdexan û Xoçuvanê.

Di xatirayan da Yüksel Avşar dibêje ew eslen ji Badikîyên li hêla Diyarbekir in û ti eleqeya wan bi Avşarên Tirkan ra tune. Yüksel Avşar dibêje ew bi esl û feslê Badikîyan şervan bûne û wetanê wan ê li Erdexanê di çav û devê milet da, meydan û hewşa şêran bûye, û hewşa şêran bi mutasyonê, bûye Hewşêr.

Avşar sala 1934an bi qanûna dewleta Tirkîyê bûye soyîsmê wan, dibêje Yüksel Avşar, lê dibêjê şênîyên Erdexanê hîn jî ji wan ra dibêjin Mala Hewşerya.

Bi belgeyên ser koç û karwanan Yüksel Avşar di xatirayan da dixwaze Kurdbûna xwe îzbat bike, lê hem talîya talî hem dawîya dawî, însan xwe ji kîjan miletî hîs bike ew milet e.

Mesela stara televîzyonên Tirkan, Hülya Avşar a ji eynî eşîrê, ji eynî Mala Hewşerya, her çiqas yek-yek kelîmeyên bi Kurdî li devê wê dikevin jî di roportajan da dibêje ‘’Ez di mabêna Kurdbûn û Tirkbûnê da asê mame, lê ez xwe Tirk hîs dikim.’’

Yüksel Avşar di xatirayan da behsa Hülya Avşarê jî dike, dibêje jinên Xoçuvanê li gor hêlên din hinekî din azad û serbest mezin bûne û Hülya Avşar jî nîşana vê yekê ye. Balê dikişîne ser tesîra Rûsan a li ser Serhedê Yüksel Avşar û dibêje bi xêra kultûra wan, jinên wan hinekî din rihet hereket kirine. 

Li Erdexanê bi Kurdbûneke naturel mezin bûye Yüksel Avşar û dema Enqere bi xwendina unîversîteyê ra bûye merkeza heyata wê bi DDKOyê ra ketiye ref û sefên sîyasetê jî.

Wan demên serê salên 1970î li derdorên sîyasî yên Kurdan jin pir hindik bûne, dîyalogeka Canip Yıldırım û Yüksel Avşar vê rewşê rind raber dike.

Yüksel Avşar dibêje ‘’Rokê ez li DDKOyê jibo çayê firaqan dişome, min nihêrî Canip Yildirim hat û got ‘Tu çira firaqan dişoyî qîza min?’, min jî got ‘’Vîzevîza mêşan e, hele li pîsîyê hele li gemarê binêre..’, Canip Abê jî got ‘’Ew mêş giş mêr in, hevalên me yên mêr newêrin nêzîkî te bibin û mêş kirine wekîl. Wê te gez kin ha..’ û ez ji kenan mirim..’’

Bi derbeya eskerî ya Mart 1971ê ra ew ken dibe girî. DDKO tê girtin. Her tişt hildiweşe, herkes bela-wela dibe. Piştî şok û şînên pêşî îcar Kurd li dora kokên Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî, Rêya Azadî û PKKê kom dibin û derbeya eskeri ya Eylûla 1980î tê û Yüksel Avşar jî di vê derbeyê da tê girtin.

Şîlf û tazî dikin Yüksel Avşar û hevalên wê û bi copan li wan dixin di Hepsa Mamakê da. Ser îşkenceyên giran di xatirayan da gelek detayan dide Yüksel Avşar.

Ji wan şevên reş û tarî behsa sersaleka bi şahî jî dike Yüksel Avşar bi dilekî geş. Dibêje yek ji Diyarbekir, yek ji Agirî û yek jî ji Mûşê wê bi 3 eskerên Kurd ra dostanîyeka bi dizî danîye û wan eskeran şeva sal ji 1980î dibiriye 1981ê ji hepsîyan ra stran û kilamên Eyşe Şan, Mihemed Şêxo û Şivan Perwer û Şakiro gotine û ew ji kêfan girîyane.

Piştî ji Hepsa Mamakê derdikeve tim dilşikestî li dora xwe dinêre Yüksel Avşar, dibêje ‘’Tirk li hevdu xwedî derdikevin, lê em Kurd bêhal û bêkes, bi hevdu dikevin û hevdu sûcdar dikin.’’

Bi rabûn û ketinê bi sîyasetê gava ji salên 2020î vedigere li heyatê dinêre Yüksel Avşar dibêje, meseleya Kurdan meseleyeka çetin e û çare û derman jî stratejîyên saxlem, kadro û rêberên kalîbreyên wan bilind in.

Dibêjê da ew rêkên nû bibînin, herkesê can û xwîn û mal û milk daye vê meseleya Kurdan gerek çîroka xwe bêje, binivîse ku ew sînerjîyekê çêke. Loma dibêje Yüksel Avşar, loma wê, tevî rindî, rastî û şaşî û xerabîyan xatirayên xwe nivîsîne, loma.



<

From Moscow to Mesopotamia Cycling

>

The Innocence of Kurdish Translation and Pamuk, Orhan Pamuk