Ez li Sirûcê bi fiîla şorkirinê mezin bûm. Min şor kir, ez şorê dikim. Pir kêm be jî li Sirûcê peyivîn jî dihat bihîstin, ez dipeyîvim, ez napeyîvim.
Dema min dest bi xwendina kitabên bi Kurmancî kir bi mehneya şorkirinê li axivînê rast hatim. Ez diaxifim, di serî da bi min pir çetin hatibû gotina wê.
Dûra dîsa di mehneya şorkirinê da min şitexilîn, qezîkirin, qisekirin, dengkirin, kelimîn dîtin û bihîstin.
Yek ji yekê enteresantir bû, lê jiber karên min ên medyayê bi zemên ra ya pir axivîn ket ser zimanê min.
Car caran ez bêrîya şorkirinê dikim û gotinên ser şorê bi bîra min dikevin.
Ji wan kesên ji devên wan şekir dibarîyan, ji wan kesên zar û zimanên wan xweş ra digotin şorşêrîn mesela.
Gava cemaet bi şorên şêrîn şên dibû û ken li hevdu diketin, yekî digot ‘’Şora xweş bihara dila ye..’’
Dîsa ku yekî dirêj dirêj xeber dida û talîya gotina wî nedihat, digotin ‘’Şor xweş kir, şev reş kir..’’
Van royên ez xwendinê xweş dikim û şevê reş dikim, bi tercûmeya Dr. Perwîz Cîhanî li Leyla û Mecnûn a Nîzamîyê Genceyî dinêrim.
Di wê xelekê da ku Nîzamîyê Genceyî şîretan li kurê xwe dike, Dr. Perwîz Cîhanî bi tercûmeya xwe gotiye
herçend dîyar e tuyê serwer î
şîrîn şor û gep, peyivperwer î
Di kitabê da bo gep û gepkirinê, mehneya wê axiftin hatiye nivîsîn.
Nû dibînim gepkirinê. Dibînim ku Kurmancî behr e, derya deniz e, û her ku dilopeka wê li çavê min dikeve, tî dibim, hîn jî tî dibim.

Leyla û Mecnûn – Nizamîyê Genceyî, Wergêran û Dahênan: Dr. Perwîz Cîhanî, Weşanxaneya Nûbiharê – 2025
Belkî Bala Te Bikişîne:
Kovara Hawarê û Bîna Barûdê
Zimanê Xwe Relaks Bikin, Birelaksînin
Sira Serketina Erdal Kaya Çi Ye?