Gertrude Bell Li Çi Digerîya?

08/02/2026
111 caran hatiye xwendin

Gerok û arkeologa Îngiliz Gertrude Bell, ku ji xerbî bo keşfê hatiye şerqî, serê sedsala 20an tesîreka tam li xet û xerîteyên Ereban kiriye.

Tê zanîn ku di çêbûna hidûdên Îraq, Urdun û heta ya Erebistana Saudî da jî pêçîya Gertrude Bell heye.

Berî çêbûna wan hidûdan, dibêjin rokê Gertrude Bell dîsa bi rêber û defter û bi makîneya xwe ya fotografan bi çol û kerbelayan ketiye û hûrik hûrik dare ku şêxekî Ereban lê rast tê. Selam eleykim, eleykim selam, xweş bêş, virda wêda, şor tê ser mehneya gera Gertrude Bell.

Şêxê Ereb dibêje ‘’Yanî niha mehneya vê gera te, vê westa te çi ye? Tu ji xwe re herî li mala xwe rûnî, rabî, rakevî ji vî halê perîşan ne çêtir e? Wê çi bi dest te keve ku? Seba çi vê ezîyetê didî xwe?’’

Cewaba Gertrude Bell li ser van pirsan, kin û kûr e, dibêje, ‘‘Meraq e, tenê meraq..’’

Bi vê meraqê Gertrude Bell li hêla şerqî ku kî nas kiriye ew tevî etnîsîteyên wan li defter û mektûban nivîsîne.

Mesela Gertrude Bell ser xizmetkarê wê Fattuh gotiye bi eslê xwe Ermenî ye, ser Walîyê Beyrutê Bekir Samî Paşa gotiye Çerkez e, û mesela li Konya seba bi wê re bişixulin, erdê bikolin 24 îşçî girtine ku gotiye ji wan 20 Tirk in û 4 jî Kurd in.

Li gor gotina tarîxçîyan ew detay û malumatên Gertrude Bell, ewên eşkere kirine ku kî çi kes e ji kîjan miletî ye paşê pir kêrî Îngilizan hatine serê sedsala 20an.

Madem werga ye, ez jî ji serê vê sedsala 21an qeyd bikim ka: Nigekî min li Riha yek li Diyarbekir, meraqa min li mabêna Dîcle û Firatê, li Ereban, li Kurdan û li Tirkan rast têm: Tirk, hikûmdarên dem û dewranan, Kurd, mîrato û malneketoyên zemanan, Ereb, ehlîkêfên ebedî ebedan.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Omer Xeyam Çawa Bû Kamiran Alî Bedirxan?

>

The Farewell of Mehmed Emîn Bozarslan