Guhdarên Me Bi Mektûban Xatir Ji 2025an Dixwazin

26/11/2025
103 caran hatiye xwendin

Guhdarên delal, 

Payîza 2025an diqede û pê ra sala vê salê jî. Me xwest em îcar jî bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêkin. 

Wê were bîra guhdarên me yên sadiq û samîmî: Adara 2025an me bi mektûbên guhdaran dosyeya Newrozê çêkiribû, îcar jî em dosyeya xatirxwestina ji 2025an çêdikin. 

Vê salê çi bir, çi kêm kir ji we, çi anî li ber we danî? Kêf dibe, trajedî dibe, hezkirinek dibe, bêrîkirinek dibe, def û dawetek dibe, kitabek dibe, hema bi dilê we, çi dibe, hûn dikarin di mektûba xwe da behsê bikin û bo podcasta me, bo podcasta we Perxudres Podcastê bişînin.

Dema Perxudres Podcastê nû dest bi weşanê kir, di serî da, me ji guhdaran dixwest ku mektûbên xwe bişînin posta kutusuya me ya li Diyarbekir, qutîyeka me hebû li PTTya li Ofîsê. Hatin, hatin hinek mektûb, lê li gelek guhdaran giran hat ew edeta zemanê berê.

Da li guhdaran sivik bibe, me dûra rabû adresa xwe ya e-mailê da, êpêce mektûb tên ser vê e-mailê, lê e-mail jî xususî bo gêncên nû radibin, nola posta kutusuyê edeteka kevn e, Whatsappê dipirsin.

Ji bo guhdar mektûbên xwe rihet, bi edetên nû bişînin me numareya xwe ya Whatsappê jî aktîf kir. 

Niha hûn dikarin ji omerfarukbaran@hotmail.com ra yan ji Whatsappê ji +90 543 366 19 19 ra mektûbên xwe bişînin.

Em li benda mektûbên we ne, vê gavê bi xatirê we.

Perxudres Podcast

<

Nivîskarek Ji Kitabekê Çiqas Pere Qezenc Dike?

>

Ta Heta Kafeyan