Îmajînasyona Pêjnek Jazz Podcast

16/01/2026
153 caran hatiye xwendin

Nexweş ketim û nexweş ketim sala 2026an. Zorê didim xwe, lê dibînim tempoya min ketiye, nikanim xelekên nû çêkim bo Perxudres Podcastê. 

Di van royên reş û giran da teseliya min Pêjnek Jazz Podcast e. D. Alend li ser vê podcastê hem şiîrên xwe dixwîne hem jî şiîrên tercûme.

Vedikim vê podcasta şiîran û pê li dinyayê dinêrim ji tarîya şevê.

Lazim e ez eşkere bêjim ku bi rasyonalîteyê, bi karên medyayê ez ji îmajînasyonê pir û pir dûr ketibûm.

Bi Pêjnek Jazz Podcast îmajînasyon xweş bû li ber min dîsa. D. Alend li ser vê podcastê bi şiîrên xwe, bi dengê xwe yê tu dibêjî qey ji dinyayeka din tê li vê xana xapînok dermanê çend deqîqeyan e.

Wî ku ezmanek vexwariye û xweş kelijîye li stasyona baranê. 

Omer Faruk Baran

Lînka Pêjnek Jazz Podcast li jêr e.

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Guhdar D. û Dilê Dimilmile

>

Li Resepsîyona X Campingê