Oryantalîstê Îngiliz Thomas Stevens di dawîya sedsala 19an ra dema bi bisqilêta xwe ji welatên xerbî berê xwe dide şerqî tê bi çavekî mêrane tim li jinan jî dinêre.
Mesela Thomas Stevens ser jinên Çerkez dibêje bi cazîbe ne û gelekên wan çavşîn in ku çavên bi rengî li welatên şerqî pir tunene.
Ser jinên Kurd dibêje pirekên wan bejndirêj in, û çavên wan, çavên wan mêrkuj in û ew jin bi wan çavên wehşî û bi îşwe dikarin her tiştî bikin.
Jinên Tirk gavgiran in, dibêje, wek ku westîyayî ne dimeşin, û dibêje jiber cilên li ser wan, tenê çavên wan ên cîlwekar têne xanê.
Ser jinên Îranê jî dibêje girtin û veşartina rû pir ne xema wan e, li mal hema bêje tazî ne û dema derdikevin derva tiştekî tenik î nola şalan diavêjin ser xwe.
Xêncî van detayan, Thomas Stevens bala xwe dide ser zêrên li ser jinên şerqî û dibêje li van hêlan hîn sîstema bankayan tune û ew zêrên li ser jinan jiber şer û herbên tim dewam dikin teknîkeka parastina pereyan e.
Van deman dewletên dinê hazirîya kaos û krîzên mezin dikin û zêrê zer rekor li ser rekoran difire û difire û kut û dikeve.
Ji sedsalan sedsala 21ê, jinek li hindikbûna zêrên xwe dinêre û bi gazinc dibêje ez xezal bûm xezal, mêrek li hal û hesabê xwe dinêre û dibêje ji xezalê bezatir kes tune, lê ji rizqê xwe zêdetir naxwe.
Omer Faruk Baran