Şair, nivîskar, senarîst, grafîker, resam, rojnamevan Vladimir Mayakovsky li gor otobîyografîya xwe havîna 1894an li gundê Bexdadî yê bajarê Kutays yê Gurcistanê hatiye dinê.
Mayakovsky piştî zarokîyeka nehs, xwendekarîyeka berbad, li dû mirina bavê xwe bo ji heyata xwe ya di xizanîyê de bifilite sala 1906an bi dê û xwişkên xwe ra berê xwe daye Moskowê.
Wî li pansîyona dewletê ya ku mehê 10 ruble bûne lê dîsa jî li gor wî pir buha bûye, xwendekarên din yên feqîr û sosyalîst nas kirine. Sala 1908an çûye partîyê Mayakovsky, tevî sosyal demokratan bûye, Bolşevîkan. Li partîyê navê wî kirine Heval Konstantin.

Heval Konstantin hem lîse dixwendiye hem jî di ber ra diçûye cem emekçîyan, karkeran, ji wan re dûr û dirêj behsa sosyalîzme dikiriye û ji wan dixwestiye ku tevî refên partîyê bibin.
Pir neçûye, Mayakovsky jiber belakirina îlanên destan û kitabên yasax û yardimên bo girtîyan ketiye hepsê.
Mayakovsky di hepsê da nivîskarên mîna Shakespeare û Tolstoy xwendine û tesîra wan li ser wî çêbûye. Dema ew ji hepsê derketiye, xwestiye karên xwe yên mîlîtan kêm bike û berê xwe êdî bêtir bide xwendin, nivîsîn û çêkirina resman, lê îş tunebûye, kar tunebûye û pere tunebûye.
Sala 1911an li mekteba hunerê, David Burliük nas kiriye Mayakovsky. Ew şairê ecêb û enteresan di demeke kin da bûye dost, oste û mamosteyê Mayakovsky û jiber ku ji halan fehm dikiriye tim çend quriş deyn didane Mayakovsky û ji wî dixwestiye ku tim binivîse, hinekî din binivîse û hinekî din binivîse.
Mayakovsky dibêje ‘’Ez û ostayê min Burliuk şevekê li Meydana Sretenski ne, min jê re ji şiîreka xwe yek du parçe xwendin û min got ‘Şiîra hevalekî ye..’ Li gor gotina Mayakovski, Burliuk wê şevê piştî şiîrê ziq li hevalê xwe nihêrîye û bang kiriye û gotiye ‘’Te nivîsîye va, şiîreka şahane, te nivîsîye, tu şairekî pir î mezin î muhteşem î’’

Piştî çend rojan, ji wê dostanîyê manîfesto û kovarek derketiye. Burliuk, Mayakovsky û çend hevalên wan ji xwe re gotine kubo-futurîst û li dor kovara Sîleyek li Ecibandina Gel kom bûne.
Hunera Futurîst sala 1909an bi manîfestoya şairê Îtalyan, Filippo Tomasso Marinetti destpê kiriye, bes ti eleqeya futurîstên Îtalyan û yên Rûs bi hevdu re tunebûye.
Futurîstên Îtalyan metha makîne û mîtralyozan dane, yên Rûs jî dixwestine sembolîstan ji îqtidara şiîrê gêr bikin û şiîreka miletperest û bi guregur û qebe çêkin. Wan digotiye gerek ew Puşkin, Dostoyevski û Tolstoy ji gemîya modern a şiîrê biavêjin behrê bo fetisînê û bi ser da digotine ‘’yê ku eşqa xwe ya pêşî bîr neke, nikane eşqa xwe ya nû nas bike.’’
Di serî da derdorên edebî guh nedane wan futurîstên Rûs, gotine ‘’Çend çeqel-çuqil in, îşên zarokan dikin’’, lê dûre ku di ser ra hinekî zeman derbaz bûye ji Aleksandr Blok heta Maksim Gorki gelek giregirên edebîyatê bi awayekî cidî li wan nihêrîne. Ji nêv wan futurîstan navê Mayavkosky bi şiîrên mîna bejna wî dirêj bela bûye û deng vedaye.

Sala 1915an, Mayakovsky, Lili nas kiriye. Çito çav li wê jinikê ketiye, dilê wî ketiye wê. Lili eta Elsa bûye ku şairê Fransî Lois Aragon paşê dikira ser wê Çavên Elsa binivîsanda û bigota ‘’evîna bextewer tune ye.’’ Dîsa ew Lili, xanima Ossip Brik bûye ku li derdora kultur, sanat û edebîyatê rind dihatiye naskirin.
Mayakovsky di rîya şoreşê da çûye çayxaneyan, dikanan, fabrîkayan, erdan, îstasyonan; li her derê behsa sosyalîzmê kiriye û çûye kê derê jî ji wê derê ji Lili ra mektûbên bi eşqê dagirtî şandine. Mêrê Lili, Ossip Brik bi wê eşqê hisiyaye, lê danûstandinên wan, geh sipî geh reş di rîya şoreşê da dewam dikiriye.
Sala 1917an sosyalîstan çar ji textê wî danîne û bi lîderîya Lenin bûne îqtidar. Mayakovski, şairê şoreşê, pesna wî daye û şiîrên çeptir nivîsîne. Tevî nivîskarên ji Komîserîya Perwerdeya Milet, Kovara Hunera Civakê derxistiye, di çend fîlman da lîstiye. Hunera Mayakovsky li derveyî Rûsya jî dihatiye dîtin êdî û şanonameyên wî li Almanya, li Fransa, li hin welatên din j, dihatine lîstin.
Piştî salên pêşî yên şoreşê, Mayakovky ku dest bi gotinên dijî îqtidara nû kiriye hevalên li dora wî yek bi yek ji wî dûr ketine . Îqtidarê mealan digotiye ‘’Tekane karê nivîskaran gerek pesindana şoreşê be û gerek ew her tim jî diji burjuvazîyê bisekinin.’’ Kê dijî otorîteya Sovyetê gotineka biçûk jî dikiriye tavilê dihatiye afîşe kirin û qîmeta gotina wî nedimaye.
Sala 1929an şanonameye dawî ya Mayakovsky, Qimil, ku hatiye lîstin, jiber hîcva ser burokrasîya nû medyayê bi gotinên giran êrîşî şairê şoreşê kiriye. Temaşevanekî gotiye Qimil sosyalîzmê di erdê dide û li gor wê şanoyê siberoja welêt wê sala 1979an xerab be. Dîsa medyayê, ser şanonameya nav Banya jî jiber rexneyên têda Mayakovsky bi gotinên giran sûcdar kiriye.

Adara 1930î, Mayakovsky bi eserên xwe yên ku heta wê demê çêkirine pêşangehek vekiriye. Bes nivîskar, rewşenbîr, sînemahez, rojnamevan hema bêje ti kes nehatiye pêşangehê, bi gotina wan ji ‘’wî xayînî’’ dûr sekinîne.
Şair Olga Preggolts, ku ji wan kêm kesan bûye ku serdana pêşangehê kiriye ser Mayakovsky gotiye: ‘’Mêrikekî bejndirêj, rûyê wî cidî, çavên wî melûl, destên xwe dane pişta xwe girêdane û odeyên boş gav dike.’’
Mayakovsky sala 1930î, di 37 salîya xwe da, li maleke komunê ya ku bi tenê lê dimaye ji dinê xatir xwestiye. Li ber serê wî kaxetek hatiye dîtin, kaxet mîna notekê întixarê bûye. Hinekan gotiye Mayakovsky jiber pûçbûna şoreşê xwe kuştiye, hinekan gotiye bêpere maye û kes jî lê xwedî derneketiye loma xwe kuştiye, hinekan gotiye jixwe di şiîrên wî da xwekuştin tim temayek bûye û bêli bûye piştî xwekuştina dostê wî Sergey Yesenin ewê jî xwe bikuje, hinekan jî şor anîne ser Lili Brikê, gotine vê dawîyê wê cewab nedidan mektûbên Mayakovsky û wî jî loma xwe kuştiye.
Lili Brik û mêrê wê Ossip Brik ser mirina Mayakovsky gotine ‘’Di her tiştî de pir pêda diçû, her tişt mubalaxa bû bo wî, întixar ne tiştekî dûrî wî bû.’’
Mektûbên ku Mayakosky ji Liliyê ra şandine hatine weşandin pir paşê. Lili bo wan mektûban pêşgotinek jî nivîsîye, têde gotiye ‘’Pir însan hatin dinê û çûn, ew mektûb ji wan royan man.’‘
Şiîrên Mayakovsky û mektûbên wî bi dehan sal in meseleyên edebîyatê ne. Ji şairan her komeka nû radibe li ber xwe dide ku şiîrên xwe bişibîne yên wî û ser xatirxwestina wî ya ji dinê tim minaqeşe çêdibin.
Delîlên dawî raber dikin ku Lili Brik ajana Stalin bûye û ew di derîyê veşartî yê mala komunê re ketiye hindur, Mayakovsky kuştiye û bêyî ku cîran wê bibînin, dîsa di derîyê veşartî ra ji wir derketiye.
Perxudres Podcastê va xeleka ser Mayakovsky Nîsana 2022yan hazir kiriye û sala 2025an bi du edîsyonan jinûve hazir kiriye. Bîblîyografyaya vê xelekê wenda ye, lê tê bîra Omer Faruk Baran ku wî îlhama xwe ya pir ji Nataşa’nın Dansı – Rusya’nın Kültürel Tarihi ya Orlando Figes sitandiye.
