Ketin û Dûrketin

22/01/2026
114 caran hatiye xwendin

Dema şer û herb giran dibin însan ji karên kultûr û lîteratûrê dûr dikevin.

Di van deman da li ber talan, tecawuz û kuştinê, karên kultûr û lîteratûrê karên luks, karên ne-wexta-xwe-ye tên hesibandin.

Serê sala 2026an bi giranbûna rewşa Kurdên li Sûrîyê, li hêla Tirkîyê hinek Kurdan konserên xwe betal kirin, heta xwendina kitaban jî sekinandin.

Fehm dikim vê hisiyatê. Sala 2014an, wan çaxên Herba Kobanîyê giran û pir giran bû, ez li Sirûcê bûm û li ber çetinîya herbê edebîyat bi min bêmehne bû êdî.

Edebîyat li dera han, wan çaxan dema min bo tarîxê tiştek qeyd dikir, dinivîsî nola ku ez tiştekî şaş dikim min fedî dikir ji şexsê xwe. 

Ez însanekî depresîf, melankolîk û heta radeyekê jî asosyal im. Dibe ku jiber vî halî ez hinek tiştan mezin dikim di serê xwe da, lê ez dibêjim qey çavên felaketan dibînin, nola berê li heyatê nanêrin careka din.

Felaket bira niha bisekine, wê sala Herba Kobanîyê min li Sirûcê navê wî Baran gêncekî esmer î liserxwe nas kir. Ji Loristana Îranê hatibû, hazirî dikir ku here derbazî Kobanîyê bibe, bibe şervan. 

Min jî hazirî dikir ku ez derbazî Kobanîyê bibim, lê ne bo şervanîyê, bo fotograf û vîdyoyan, bo medyayê. Ez û Baran, me carekê bi şev xwe tev li hidûd qeliband, bes fersenda derbazbûnê bi dest me neket.

Piştî em vegerîyan, min Baran careka din li Sirûcê nedî. Bi min wer dihat ku wî hema piştî vegerê rêyek, çareyek dîye û derbazî Kobanîyê bûye. 

Pir neçû ez jî derbaz bûm çûm Kobanîyê. Min digot ezê sax-mirî wî îlem bibînim li wir, lê min nedî. Belkî hat kuştin Baran, belkî sax silamet vegerîya Loristanê; bi her du îhtîmalan jî ew di bîra min da nola birîneka Kurdbûnê ma. 

Birînên Kurdbûnê.. Bi birînan, em bi ‘’berxwedan jiyan e’’yê mezin bûn, lê dûzen û nîzama îro ro berxwedanê karekî baqilan nahesibîne. Bi ser da rêber û rayedarên ji milet dûr û bi wê dûrbûnê li pişta milet bar, miletê parepar, dikin ku hêvîyên min tunebin li vê heyatê.

Wer tê xanê, bi min wer tê ku her ku here emê bibin komeka antîk û mîstîk ku bi vî zimanî li ber xwe dide û li serê xwe dide bêmehne. 

Dema şer û herb giran dibin însan ji karên kultûr û lîteratûrê dûr dikevin, ji xwe dûr ketime, ji xwe dûr dikevim, pir dûr. 

Omer Faruk Baran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Aslîka Qadir û Milet Hemû Bira Ne

>

Aştî, Barış, Edlayî, Sulh