Kovara Nûbiharê, Payîza 2025an ser sedsalîya serhildana Şêx Seîd hejmareka xususî derxistiye.
Edîtoriya vê dosyeya dagirtî xwedîyê Weşanxaneya Nûbiharê Süleyman Çevik kiriye.
Şiîr, nivîs û tercûmeyên di dosyeyê da, yek ji yekê rindtir e, û her yek ji hêla xwe va, cewabên pirsên sedsalekê dide.
Süleyman Çevik di silava edîtor da şiîr, nivîs û tercûmeyên dosyeyê li parzûnê xistine û bi tecrûbeyên salan ser şikestina serhildana Şêx Seîd nola dîplomatên dêrîn ên Îngilizan tesbîtên tam û temam kirine.
Di tesbîtên pêşî da Süleyman Çevik dibêje, serhildana Şêx Seîd lokal maye, dibêje serhildan bi giranî li hêla Zazayan bûye û ji Kurmanc û ji Zazayan, ên pir Zaza bi şêx ra rabûne, dibêje kêm Kurdên Elewî destek dane serhildanê û li hinek cîhan jî dijî vê hereketê şer kirine.

Ser detayên şikestinê Süleyman Çevik dibêje, serhildan ji eskeran mehrûm e, barê qumandarîyê li ser pişta şêx û melayan maye, dibêje serhildan bê wext, bê ku organîze bibe, ji nişka ve derketiye, dibêje, Kurd wê çaxê hîn li şerên eşîran bûn û bîr û fikra miletbûnê tam çênebûbû û dibêje wan malbatên mezin ên li hindur Diyarbekir destek nedan serhildanê.
Jiber ku kalikê bavê min Sofî Berkel jî bi Şêx Seîd ra rabûye û piştî şikestinê sirgûn bûye, jiber ku mezinên me pir nedixwestin behsa vê meselê bikin, bi meraq, bi îhtîmala dîtina îz û şopeka Sofî Berkel bi salan e mesele û minaqeşeyên ser vê hereketê teqîb dikim.
Ser vê hereketa Şêx Seîd, bi Kurmancî û bi Zazakî, bi Tirkî û bi Îngilizî çi dikeve ber destên min dixwînim, lê heta niha jî ez ser Sofî Berkel hema îzeka biçûk be jî li tiştekî rast nehatime.
Lê ez li rastîyeka din rast hatime, ez zanim ku li dû şikestina Şêx Seîd, torinên ji doma Sofî Berkel di sed salî da li ser rêka kalikê xwe bi heyranîyeka pir, bi Mele Mistefa Barzanî û Abdullah Öcalan ra meşîyane, sirgûn bûne, ketine hepsê, hatine kuştin.
Li şair û nivîskarên vê dosyeya Kovara Nûbiharê dinêrim, hinek ji wan li ser xeta Mele Mistefa Barzanî, hinek ji wan li ser xetaAbdullah Öcalan, giş jî dilşewitî jibo Şêx Seîd, giş jî bi derbên stûyên li sêdaran.
Piştî sedsalekê bi çêbûna çend pirsan, lê îcar bi hebûna cewaban, bi wê mersîyeya Fehmî Begê Pêçarî ser Şêx Seîd nivîsîye:
şumara ahê dil nîne,
elemdar im ji hîcranê
ji mehcûrî me dil ker bû,
dikin lew ah û efxanê
