Amedspor bi matematîk û fîzîka futbolê kîmyaya fikrên miletekî raber dike. Loma ew bi ketin û serketinên xwe meseleya bi deh mîlyonan însan e, ne tenê meseleya 11 kesên 90 deqeyan li dû topê direvin, ne tenê meseleya heyranên wan sêr dikin.

Kesên maçan û pûan mûanan teqîb nakin her hefte ji reng û rûyê Diyarbekir dikarin rewşa Amedsporê pir rihet texmîn bikin; wazîyet rind e yan xerab e dikarin hema bibînin ku halê wê tesîrê li însanên bajêr, heta tesîrê li heywanên bajêr jî dike.
Mesela dema ji Amedsporê ra xerab tê, ew kevokên teqlecî yên li hêla Sûrê sê teqleyan kêm dikin, pisîkên li dora cîgercîyan çerx dibin sê roj û sê şevan xwe birçî dihêlin û kûçik li bedenên bajêr top dibin, bê sewt û seda, naxwazin însan wan bibînin heta sê danan.
Û dîsa mesela dema ji Amedsporê ra xweş tê û ew ken li ser kêfê, gol li ser golan davêje, her du çaycîyên li Meydana Daxqapîyê, yek Dicle Büfe, yek Hürriyet Büfe, çaya sisêyan belaş didin mişterîyên xwe, dolmişçî sê kesan ji kîsê xwe dibin tînin û keç û xort sê nig pêşda sê nig paşda bêyî ku tek sanîyeyekê jî bisekinin sê saetan govendê digerînin.

Ku xweş jî tê ji Amedsporê ra ku xerab jî tê belkî yek, belkî du, belkî sê kelîmeyên bi Kurmancî û Zazakî ji hesabên wê yên sosyal medyayê li çavên însanan dikevin ku zimanê wê mîras e ji minaqeşayan ra.
Hîn pir berî Amedspor deng bide hinek rabûbûn bi israr digotin em nebêjin ‘’futbol’’, lê bêjin ‘’goga lingan’’ Mantiq çi bû? Gog, yanî top, bi Îngilizî bi nigan dihate lîstin, û mehneya wê jî dihate ser ‘’goga lingan’’ Topên futbolê tevda zêr bin û her gava nig li topan dikevin zêr ji wan biweşin bibin yên Kurmancan jî ‘’goga lingan’’ nabe gotineka li ser dêv û lêvên wan. Çinku futbol, futbol e, çinku futbola modern li hêla Îngilizan derketiye û wisa li dinê bela bûye.

Eger ”futbol” berî bibe ”futbol”, eger şivan û gavanên me bilîsta û eger ew bi destê hinekên me bihata modernîzekirin, belkî li temamê dinê navê wê ne ‘’futbol’’ lê ‘’gogling’’ bûya. Let’s play gogling.. Dibe ku qantir bizê, dibe ku kûsî here ser darê, lê ”futbol” li devê dinê nabe ”gogling” êdî.
Amedspor li ser sosyal medyayê bi Kurmancî, bi Tirkî û bi Zazakî dinivîse. Bi Kurmancî ji xwe ra dibêje, ”tîma têkoşînê”, bi Tirkî dibêje ”mücadelenin takımı”, bi Zazakî dibêje, ”taximê xoverdayişî” Çira ew bi Tirkî û bi Zazakî ‘’takım’’ e, ‘’taxim’ e lê bi Kurmancî ”tîm” e? Qey Kurmanc ji Zaza û Tirkan pir Îngiliztir in ku di ser ‘’team’’a bi Îngilizî ra dibêjin ‘’tîm’’? Kurmanc jî dibêjin ‘’taxim’’, lê hinekan nedî û dî û ‘’tîm’’ wisa ket zimanê medyayê û wisa ma, malesef.. ”Malesef” jî şaş e ne wisa? Mixabin.. Bes him malesef, him mixabin bi eslê xwe bi Erebî ne, her du jî bi Erebî ne. Kê got mixabin şaş e, lê malesef rast e, heqîqeten kê got yaw?!
Û heqîqeten çi ye ya ku bi edîtorên Amedsporê bi Tirkî ‘’Nisan’’, bi Zazakî ‘’Nîsan’’ û bi Kurmancî ji wan pir cihê ‘’Avrêl’’ dide nivîsandin? Çi ye ya ku bi Tirkî ‘’stadyum’’, bi Zazakî ‘’stadyum’’, lê bi Kurmancî ‘’yarîgeh’’ dide nivîsandin, kî ye û çi ye?
Kurmanc dibin, Tirk dibin, Zaza dibin, terefdarên Amedsporê dema li dora taximê xwe kom dibin heqê wan e bibînin, hub û hezkirin di qelben da kîmya ye bi gotina Melayê Cizîrî, lê ne bi vî zimanî, hele hele vî zemanî!
Omer Faruk Baran