Li Resepsîyona X Campingê

18/01/2026
118 caran hatiye xwendin

Dawîya hefteyê li ser daweteka kubar bûm mêvanê resepsîyoneka X Campingê li Riha; li bin berfê di nêv dar û dehlan da.

X Campingê jiber sermaya orta zivistanê ji min xwestibû ku ez çend qat cilan li xwe kim û xwe tam û temam bişîdinim, min jî werga kir, xwe rind şidand.

Tecrûbeya min a kampê hema bêje tune, ez pir damîşî sar û sermayê jî nabim, lê jiber ku min pir meraq dikir hewesa wan kampçîyan ez rabûm çûmê.

Akademîsyen, esnaf, memûr, mamoste her yek ji hêleka heyatê, çend kesên li ser 40î û 50î xistibûn, ji stres û sîstema bajêr revîyabûn û xwe li tebîetê girtibûn, li dora agirekî gur kom bûbûn.

Ez bi hal û cilên xwe xerîbê komê bûm, lê tebîetê xerîbî qebûl nedikir û dikir ku ez zû li wê komê adapte bibim ku dima dima yekî ji wan digo ‘’Ma yekî baqil tune di nêv me da ha!’’ û bi hev ra dikeniyan, dibû tîqetîqa wan. 

Koma bi pîvan û prensîbên milet komeka dînan bû, gava masîyên xwe bi qaîdeyên zemanên qedîm dibiraştin û dixwarin, gava çay û qehweyên xwe vedixwarin kêf didan ser kêfê û aqil didan ser aqilan.

Yekî ji wan digot, ez bi tebîetê ji însanan dûr dikevim û têm ser hişên xwe, yekî digot, stresa bajêr min difetisîne û tebîet nefesê dide min, yekî digot, li çêlik û çûçikan rast têm li van deran û şa dibim, yekî digot, ez sirf seba vî agirî têm.

Însanên li bînayên beton ketine ber pencên sîstema sedsala 21ê, da dermanên depresyonê nexwin, da li heyatê bimînin û hizûrê bibînin, tenê bo çend saetan be jî tevî tirs û talûkeyan jî li tebîetê top dibin vî zemanî. 

Min guhên xwe dan ser agirê X Campingê û li şevê, li berfê û li ken û kêfa wan kampçîyan nihêrî: Dinya xan e û em karwan in dawîya dawî. 

Omer Faruk Baran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Îmajînasyona Pêjnek Jazz Podcast

>

Pesnê Sûsika Simo