Delalguhdar,
Meha dawî ya 2025an, meha 12an, ji Patreonê bi destekên 25 guhdaran 220 dolar ketin hesabê Perxudres Podcastê.
Da weşana Perxudres Podcastê nesekine û bi kalîte dewam bike hedefa min mehane 1000 dolar e.
Tu zanî, vî zemanî jiber meseleyên ekonomîk, karên medyayê, karên kultûr û lîteratûrê mecbûrî ketine bin hikmê partî û hikûmetan; li dinê her derê wanî ye.
Medyayên serbixwe, serbest pir hindik in û ew bi destekên guhdar, temaşevan û xwendevanên xwe îşên xwe dimeşînin.
A min ez dibêjim, di Kurdî da jî medyayeka serbixwe, medyayeka nakeve bin hikmê partî û hikûmetan mimkun e bi destekên guhdar, temaşevan û xwendevanan.
Ji mektûb û mesajan tê xanê ku ji her fikir û fraksîyonê însan li Perxudres Podcastê guhdarî dikin, destekê didin. Ez pir şa me, pir kêfxweş im bi vê rewşê.
Çinku em bo karên bi kalîte li hev kom bûne, bo pêşveçûnê, ne bo şer û êrîş û pevçûnê.
Tu belkî li rê guhdarî dikî li Perxudres Podcastê, belkî li malê li mutfaxê, belkî li kêleka behrê, belkî li benda otubus û metrobusê, belkî li kantîna unîversîteyê, û belkî bi şev berî bikevî xewê.
Her li ku bî, banga min bo te xayet zelal e: Eger Perxudres Podcast tiştekî li te zêde dike, eger kêfekê dide te, tu jî destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike.
Destekên bo Perxudres Podcastê bi 1 dolarê destpê dikin. Navê vê destekê Perxudres Selam e. Tu bi vê destekê merhebayekê li Perxudres Podcastê didî.
Hinek guhdarên me yên dixwazîn destekê bidin, fedî dikin, dibêjin ”zê çawa 1 dolar destek bidim, pir hindik e, ez nedim hîn çêtir e.” Ez vê fikrê şaş dibînim. Herkesê ku ji Perxudres Podcastê hez dike, bi qasî hikmê xwe destekê dide.
Ez zanim guhdarên Perxudres Podcastên sadiq û samîmî ne û xeyala min ne dûrî aqilan e.
Spasî, pir spasîya 25 destekçîyên me dikim ku bi qasî ez ji wan elimîme ji Agirî, Erzirom, Urmîye, Mêrdîn, Meletî, Urfa, Diyarbekir, Şirnex û Mûşê ne.
Destekçî ne li ku ne, ji ku ne, ez dibêjim. De îcar tu niha li ku lê vê xelekê guhdarî dikî – dixwînî, ez nizanim. Bi xatirê te.