Delalguhdar,
Meha 1ê ya 2026an bi destekên 27 guhdaran 215 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.
Bi qasî ez ji wan elimîme, ew guhdarên me ji Meraş, Wan, Adiyaman, Urfa, Diyarbekir, Mêrdîn, Mûş, Meletî, Urmîye, Şirnex, Agirî û ji Erziromê ne, pir û pir spas.
Sewt, stîl û sekna Perxudres Podcastê dûrî bazara gotinên erzan û populer û pere-pir e, loma destekên guhdaran zêde zêde bi qîmet e.
Spotifyê piştî micadeleya me Kurdî qebûl kir, xist lîsta zimanan, lê jiber ku Perxudres Podcast bi Kurdî ye wê hîn jî naxe lîsteyên kultûr, sanat û edebîyatê û rê nade ku ew were xanê. Şerê me yê bi Spotifyê ra dewam dike yanî.
Gelek kes ji YouTubeê li Perxudres Podcastê guhdarê dikin, lê xelekên vê podcastê kin in û ew jî dike ku qezenca wê ya ji YouTubeê ancax piştî demeka dirêj destpê dike. Çinku YouTube dibêje, tu çiqas dirêj xeber bidî û vîdeoyê dirêj bikî û deqeyan bidî ser saetan ezê ewqas pere bidim.
Ê Perxudres Podcastê ne saet û deqîqe, ew hesabê sanîyeyan dike da guhdar li karekî bi kalîte guhdarî bikin. Ez naxwazim tek sanîyeyekê jî gotinê dirêj û pahn bikim.
Guhdarên Perxudres Podcastê ji derdorên elît û entelektuel in. Estetîka wan heye. Seba xatirê vê estetîkê Perxudres Podcast dixwaze xelekên hîn xweşik û hîn rindik çêke.
Li dinê alemê medyayên serbixwe û serbest bi destekên guhdar, temaşevan û xwendevanên xwe îşên xwe dikin. Pir şa me, pir kêfxweş im ku pişta destekçîyên Perxudres Podcastê bi wê qewîn e.
Eger kêfa te ji Perxudres Podcastê ra tê, eger tu jî difirî gava xeleka wê ya nû tê, eger te hîn destek nedaye tu jî ji Patreonê dikarî 1 dolar û herî zêde jî 30 dolar destek bidî ku weşana wê bi kalîte dewam bike.
Silav û hurmet ji serê Sibata 2026an, barek hezkirin, gelek, gelek û gelek hezkirin.
Lînka Destekê: