Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Guhdar D. bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Gava xeleka nû ya Perxudres Podcastê hat ser Spotifyê min manti çêdikir ji qîza xwe ra. Min hema podcast vekir. Di xeleka nû da podcastê ji guhdarên xwe dixwest ser 2025an mektûban bişînin. Wek guhdareke sadiq û samîmî min jî xwest di vê mektûbê da ser 2025an hin gotinan bikim.
Aniha li kêleka dara Christmasê rûniştime, li ber maseya xwe rûniştime, hez dikim ji van çaxên salê. Rengê dara min, rengê maseya min a min çend rojên berê jê ra ji Berlînê rûyek anîye, sipî, sor û kesk, pir hez dikim û difikirim ser 2025an.
Mirov ne bi destê xwe, bi destê Xwedê, bi destê Qederê, êdî bawerî bi çi be bi wê tê malekê li vê dinyayê û mirov bi destê xwe malekê çêdike ku ew jî zewac e. Min îsal herduk jî wenda kirin. A rast ewil ez wenda bûm. Wek nexweşên min ên mirin, ez nizam ew derin ku jî, wenda bûn, wenda bûm û wenda bûn malên min.
Nenivîsîna bi zimanê xwe êşa min a mezin bû. Min îsal bê tirs bi zimanê xwe hîsên xwe nivîsîn ku li dinyayê jê xweştir hindik tişt hene. Ez dinivîsim, qîza min bi Kurmancî dixwîne, dibihîsim û hîs dikim.
Min îsal William Saroyan nas kir. Dixwazim wî zêdetir nas bikim. Heyf bû miriye. Divê hin însan qe nemirin, divê hin însan qe neyên dinyayê.
Car din û car din min sêr kirin fîlmên Zeki Demirkubuz îsal. Ew replîkên fîlmên wî, tu dibêjî qey ji pirtûkên pîroz ketine fîlman.
Min îsal dîsa pir li muzîkê guhdarî kir, bi hezaran muzîk. Dixwazim kilameke Kurmancî nemîne ku min lê guhdarî nekiribe.
Tenêtî û tenêtî… Ez hêsirek bûm ji çavan û li ser nikilê çûçikan li dinê dîgerîyam îsal. Bi xatirê te 2025.
Guhdar D.
Guhdar D.,
Mektûba te ez ji vê sala 2025an rakirim birim salên ku min mekteba orte dixwend.
Di derseka zimanê Tirkî da şora mielim ser şiîreka Aşık Veysel bû. Navê şiîrê Uzun İnce Bir Yoldayım bû ku ez bo wê bi Kurmancî kanim bêjim Rêka Dûr û Dirêj.
Aşık Veysel di şiîrê da digo iki kapılı bir handa gidiyorum gündüz gece, mehneya xwe yanî, li xaneka bi du qapi dimeşim dibezim bi û ro şev.
Wê çaxê min zanibû xan çi ye, min zanibû derî-qapi çi ne, lê ancax bi îzahkirina mielim min hîn hê nû fehm kiribû ku qesta Aşık Veysel bi wan, dinyaya derewîn e ku însan ji derîyekî wê tê dikeve hindur heyatê, ji derîyekî wê derdikeve dare mirinê.
Li vê xanê vê salê, li vê rêka dûr û dirêj te saleka giran derbaz kiriye bi doktorîya xwe, bi dayikîya xwe; li hêlekê xanima mala xwe li hêlekê keça mala bavê xwe, lê wenda ji xwe.
Wendekarina nas û dostan û ew sanîyeya însan hîs dike ku çiqas tenê ye çiqas giran in. Loma pêşîyên me gotine, bê Xwedê dibe lê bê xwedî nabe; gava dibe jî însan nola te wenda dike û wenda dibe.
Tenêbûnê ez jî çend sal in ji kûr va hîs dikim. Îsal min got qey ezê tenêbûnê gêr kim ji ser xwe, lê wê ez gêr kirim avêtim quncikan dîsa. Hikûmranîya wê ya li ser min ro bi ro, saet bi saet zêde dibe û car caran jî bi îluzyonê kêfê dide. Dibêjim ka kê çi fehm kir bi mal û hevalan? Lê ka ez çi fehm dikim? Qet.
Êdî eşkere ye, ji herkesî ve eyan e, qutbûna muhabetên malan pir zêde bûye. Li mala bavê xwe, niha bêjim li mala dîya xwe ya rast, bi xwişk û bira, bi birazê û xwarzêyên xwe ra vê yekê tam dibînim. Bi qijepija dinê, herkes di gijegijekê da dilezîne dibezîne û muhabet namîne.
Qey emê tim behsa reşbînî û bedbînîyê bikin? Elbet na. Min îsal li sînemayê nenêrî pir, min li muzîkê jî pir guhdarî nekir. Xwendin hebû di heyata min da, û ez vê xwendinê nadim bi malê dinê, li ser xwendinê têm kuştinê bêmehne, dikenim Mihemed Şêxo Şêxo.
Bo te û bo qîza te saleka nû ya bi xeberên xêrê, bi nigên li rê li gerê, bi çavên li sebrê dixwazim, bi sînema, bi muzîk û edebîyat heyran, bi têr û tije heyat.
Omer Faruk Baran