Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Guhdar O. bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Dawiya heftê bû, ji Wanê diçûm Mûşê. Hewake bi mij û dûman hebû û baran jî hûrehûr dibariya. Min di Spotifyê de li Perxudres Podcastê guhdarî dikir. Ew podcasta ku ji roja serî heya îro guhdar dikim, ew podcasta ku min îsal li ser hev 469 deqeyan guhdar kiriye, ew podcasta ku ez gelek tiştan jê hîn bûm, ew podcasta ku derbarê kultûr, sanat û edebiyatê de têra xwe zana û xweşxeber.
Perxudres Podcastê di xeleka nû de behsa mektûbên xatirxwestina ji 2025an dikir û ji guhdaran re digot hûn jî dikarin mektûbên xwe ji me re bişînin. Ez jî hinek fikirîm û min got, ‘’ezê jî bi mektûbekê xatir ji 2025an bixwazim.’’
Di sala 2025an de çi bû, çi nebû, kê hat kê çû… Gelek tiştên xweş bûne di vê sala hanê de. Min di dawîya sala 2024an de dest bi nivîsandina dosyeyeke çîrokan kiribû û dosye di Gulana 2025an de qediya. Dosyeya xwe min ji çend weşanxaneyan re şand, hinekan qebûl nekirin û hinekan jî bersiv nedane hê jî. Aqûbeta dosyayê yê çawa be nizanim lê zêde xeman jî nakim rastî. Pirtûknivîsandin her tim xeyaleke min bû û min wê xeyala xwe jî pêk anî, ew besî min e.
Dostekî min ê têra xwe zana, qenc û jêhatî hêz û piştgirî da min ku dosyeyê binivîsînim û ji weşanxaneyan re bişînim. Ji roja ewil heya roja dawî ew her tim li ba min bû, piştgirî da min û di ser de jî ji bo dosyeya min a çîrokan diyariyek da min ku ji bo min gelek gelek bi qîmet bû. Dostê min ê hêja û baş Mihyedînê ezîz, saeteke bi kostek diyariyê min kir. Saeteke gelek bi qîmet bû ku bi salan e li ba wî bû. Ne sed caran, bi hezar caran dibêjim mala te ava. Baş e ku tu heyî û baş e ku tu dostê min î Mihyedînê ezîz.
Di sala 2025an çend tiştên din ên baş û xweş jî bûn helbet lê hewce nake ez mektûbê dirêj bikim. Bi başî û xweşî derbas bû ev sal, niha bi xatirê te 2025 û merheba ji te re 2026, ji bo hemû kesî baş û xweş bî.

Guhdar O.,
Mektûba te ya ji dil û bi peşkên baranê şil ji mija Wan û Mûşê, ji sar û sermaya Serhedê hat hêla Riha û Diyarbekir û germegerm şan û şeref da Perxudres Podcastê heyran, spas.
Dost û dilsozên Perxudres Podcastê dikin ku podcast bi xebat û xîret xelekan bide ser xelekan. Nola ku li vê dinyaya teng û tarî, ewa ku qehr û qotikên wê naqedin, me ji xwe ra quncikeka muhebata kultûr, sanat û edebîyatê çêkiriye û em bi mektûban teselî dibin; bi gotina vî zemanî, bi gotina populer, em terapî dibin.
Dosyeya te qedandiye qapi deriyên xêrê li te veke dibêjim. Temamê weşanxaneyan dosyeya te red bikin jî ji xwe ra meke derd, xeman mexwe. Car caran ew redkirinên hanê jî ji xêrê ra ne. Gelek şiîr û çîrok û dosyeyên min jî hatine redkirin. Min tim got normal e, û ez hinekî din xebitîm ser edebîyatê. Straneka sebrê ye edebîyat, heta em wê nebihîsin bi hikmê salan em çi bibêjin jî kes me nabihîse.
Te gotiye saet.. Ez jî hez dikim ji saetan. Çito ku guhar û gerdanên rind jinan dikin canikên cindî, saet jî ambîyenseka mêrxasîyê didin mêran. A te ne saeta destan e jî tew, saeta bi kostek e. Saeta bi kostek dostek e, bi min wer tê ku ew gupegupa dilê xwedîyê xwe dibihîse û bi wî re dike çirkeçirk. Bi min wer tê ku gava dilê xwedîyê saetê disekine saet jî dixwaze bisekine, lê nikane. Herhal loma ye ew huzna li ser saetên sal û zemanan.
Bi xêr û xweşî, bi gupegupa dilê xwe û bi çirkeçirka saeta xwe, bi heval û hogirên rind, bi çîrok û mektûban, saet bi saet saleka xweş bibînî heyran di 2026an da, bi xatirê te bi dilê hîn dike gupegup û hîn li heyatê ye.
Omer Faruk Baran