Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Guhdar Potûx bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Sala 2025an û ez bi emrê 25 salan.. Vê salê ji destpêka xwe heta niha gelek tişt qewimand û ewqas jî çi tişt neguherand.
Ji bo min tiştên guherîn: Mejiyê her tim serî dixwe, çermê her ku diçe zuha dibe û mezinbûnê tîne bîra mirov, rûyê melankolîk û kepûyê mezin dibe.
Bi diya xwe re bûm heval îsal. Me hindiktir şer kirin, wê pitir karî min li malê bihêle û biçe ba dê û babê xwe yên hişê xwe winda kirîne û ji dest û piyan ketîne, wê pitir karî serê wan bişû û dilê xwe rehet bike.
Îsal ji ber deynên KYKyê ketim îş. Diçim mala hirmetekê û difekim bebeka wê. Bû çar sal ku min beşa laborantiyê qedandiye, lê bê kar bûm, mexdûrê KPSSê bûm.
Li alîyekî diya min tenê dike karên malê, lê nabe derd bo wê, hema ez bi wê re nekim şer, hema ew şerên di mal de qiyametê çêdikin nevegerin, Xwedê dilê diya min a nazenîn xweş dike dîsa. Wan şeran jî pitir ez derdixim, lê bawer ke êdî dikarim şeran nederxînim, hevala diya xwe me.
Diya min êdî ji min memnûn e, mane zarokên wê yên dî. Dixwaze kurên wê bibin xweyî kar, nekevin rêyên pîs, lê keçên wê hema di karên malê de bê gazind bin, sernerm bin bes e ji wê ra. Çi xerîb e, em keçên wê hîç hij wan îşan nakin û bêxîret in. Kurên wê jî çi dikin nakin karên dewamî û perê wan baş peyda nakin. Diya min, hirmetê dibêje ‘‘Hema baş e hûn ne terbiyesiz in, yan minê hûn bixeniqandana yan jî xwe bixeniqanda.’’
Dinya dîsa dizivire û jiyan xem û xweşiyan li me zêde dike. Mirov bi xweşiyan bargiran nabe, lê xem hatîne ketîne hestî û hinavên mirov. Dê û babê me nexweş dibin, diçin doxtoran, doxtor dibêjin, ‘‘Ji xwe re diltengiyê neçêkin, hûn baş in çi derdê nexweşiyê tune.’’
Vê dawîyê min got ‘‘Yabo tişta êşa wê dikeve milê te yê çepê û nahêle tu şevan binivî çi ye?’’ Got ‘‘Hema ji xwe û birayên xwe bipirse!’’ Min got ‘‘Yaw ji bo me fikran neke, em nemirîne ne nexweş in, tenê me karekî wek esnaftiya te helal û pereyê wî baş nedîtiye. Em dest bi çi bikin torpîl û bertîl û hîleyan dixwazin, ne tu dihêlî em we bikin, ne jî, dilê me nagire wan tiştan. Got ‘‘Hûn wisa xweyî dikin xwe û me? Hûn nikarin xwe tenê jî xweyî bikin. Hûn mezin bûn û wek awareyan ketîne vê heyatê. Ka hûnê çi bikin?’’ Min got ‘‘Her tişt digihe ya xwe yabo hecî, tu meraqa me bes bike, tenê hay ji xwe hebe.’’
Dê û babê min. Zarokên wan xwendin û nebûn çi tişt. Derd û elema wan ev e. Em zarokên wan jî dewamî her tiştî li ber çavên wan dikin tevz û henek, em dixwazin ew hinekî xwe rehet berdin. Lê nabe tenê em zarok li xwe dikenin dîsa.. Xêr biçî 2025, te em kenandin, sala bê jî dê û babê me bikenin înşeleh.
Guhdar Potûx
Guhdar Potûx,
Mektûba te trajedîya vê dewra me tam raber dike, tam raber dike mektûba te talûkeya xwendina unîversîteyên vî zemanî ku anî nebûna îş û kar li ber me danî.
Ez nizam kîjan baqilî gotiye em di Kurmancî da bo unîversîteyê bêjin zanîngeh û ew wisa ketiye zimanê me yê medyayê. Îro heq e em di vê rewşê da jibo unîversîteyên li Tirkîyê bêjin nezanîngeh.
Nezanîngeh êdî bi dersên bêmehne, bi îmtihanên zirarê didin fikirînê, bi hederkirin û herimandina wext û enerjîya gêncan, bi pûçkirin û şikandinê îşkencexaneyên mejîyên muhteşem in.
Bi sed hezaran mejîyên ji wan îşkencexaneyan bi dîplomayên li wan bûne bar derketine li qapi derîyan li îş digerin, lê ti kari nabînin û jiber ku îşkence dîtine nikanin dengê xwe rakin, nikanin tirsê çêkin, nikanin ewên kedên wan dixwin ji ser kursîyan gêr bikin.
Ê te dîsa helal be ji te ra, di destê te da ken maye û tu bi vî kenî li ber xwe didî, moralê didî babê xwe, taqeta te heye tu bi dîya xwe ra şer dikî.
Min unîversîte xwendin, lê min ji wan yek jî bi seri nekir û neqedand. Nebûna dîplomaya min a unîversîteyê bo dîya min û bavê min î rehmetî derdekî mezin bû.
Serê salên 2010î piştî min fehm kir ku ez nikanim unîversîteyan bixwînim, min ji xwe ra hûrik hûrik karên din kirin û yek quriş bi dest min ketin.
Rokê bavê min î pê hisiyabû ez êdî yek du qurişan qezenc dikim ji min hinek pere xwest bi deyn, çi hebû min anî da rehmetî.
Piştî du royan anî ew pereyên min dabûnê, dîsa eynî pere, da min bavê min. Got ‘‘Yawrim, min go ka tu kanî pereyan deyn bidî dostekî xwe nikanî bidî, ka pereyên te hene tunene..’’ got ‘‘Bira pereyên te tim pereyên helal bin çi îşî dikî’’ û careka din jî meseleya unîversîteyê û dîplomayê venekir.
Bi xêr sala nû ji te û ji birayên te ra îşên xweş tîne û dilên dê û babê te bi îşên we şa dike, bi xêr heyran, bi xêr.
Omer Faruk Baran