Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Guhdar Varan bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Ji bo min sala 2025an yek ji tiştên herî xweş naskirina Perxudres Podcastê bû.
Meha Adarê Perxudres Podcastê ser Newrozê nameyên guhdaran diweşandin.
Bi tesîra nameyên Newrozê hevaltîya min û vê podcastê destpê kir û hezkirin her ku çû ber bi mibtelabûnê ve çû.
Ji wan rojên Newrozê heta niha li benda anonsa vê podcastê me: ‘’Vara Perxudres Podcast e’’
Ez li gelek cîh û waran li xelekên wê yên berê jî guhdar dikim. Anha ez dikarim bibêjim min nîvxitim kiriye.
Wer xuya ye heta Newroza 2026an, yanî heta 4 salîya Perxudres Podcastê ez ê wê bi temamî xitim bikim.
De îcar nizanim çawa lihevrasthatin be, du mehên berê mibtelayê podcastê û edîtorê podcastê, yek ji Mêrdînê hatibû, yek ji Riha hatibû, li Amedê li konsera Koma Amedê rastî hev hatin.
Piştî min wî dît, ji bo çûyina cem wî ez fikirîm. Min fedîya li ser xwe avêt û min yekser çû silavê dayê. Bi hembêzkirina wî kêfxweş bûm. Hema wa li ser pîyan em peyivîn. Wextê min tunebû. Ez diçûm pêşîya hevalên xwe. Jixwe min nediwest wî aciz jî bikim.
Lê ez dibêjim dema derfet çêbibe car caran Perxudres Podcast dikare bi guhdarên xwe ra were ba hev.
Perxudres Podcast îsal di lîsteya min a Spotifyê da sergovend bû. Di lîsteyên min da stran û podcastên Zazakî û Soranî jî derketine pêş. Hêvî dikim ku di sala nû de Zazakî her li pêş be.
Guhdar Varan
Guhdar Varan,
Heyran, berî her tiştî spas bo van gotinên şêrin şekir. Tu ji rindî û kubarîya xwe behsa Perxudres Podcastê dikî, û tu bi çelengî û qeşengîya xwe desmalekê didî dest wê ku bibe sergovend, spas, pir spas.
Di wê konsera Koma Amedê da xêncî te, ez û çend guhdarên din ên Perxudres Podcastê li hev rast hatin. Jiber ku tarîya êvar û şevê bû, çavên min rind nedidîn di konserê da, û ji ber dengê konserê û qelebalixê min dengê dostên Perxudres Podcastê rind nedibihîst, lê min samîmîyeta wan, nola a te ji dil hîs kir.
Car caran ku fersenda rê û meşê bi dest min dikeve ez jî vedikim li xelekên berê yên Perxudres Podcastê guhdarî dikim. Dengê min, mîna ku ji dûr, ji dinyayeka din be tê min. Hin caran nas nakim dengê xwe, hin caran dibînim ku ez di lezûbezê de ketime qeydê. Heyat çi ye ku? Çend qeyd in, em bi qelem û defteran li dû xwe dihêlin.
Perxudres Podcast deftera dilê guhdarên xwe ye jî, tu zanî. Li vê defterê hebûna notên gênc-guhdarên mîna te taqet û quwetê didin.
Diqede dare 2025, sala 2026an jî ezê li benda mektûbên te bim, da bi dilên xweş govenda me geş be. Silav û hurmet heyran.
Omer Faruk Baran