Perxudres Podcast bi mektûbên guhdaran ser xatirxwestina ji 2025an dosyeyekê çêdike. Mîna Acer bo vê dosyeyê mektûbek şand û edîtorê podcastê Omer Faruk Baran cewabek da. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Di sala 2025an de tiştên eletewş bi nexweşî, şer û mirinê li dû hev hatin.
Te dî di rojên eletewşîyê de mirov ji sîya xwe jî adiz dibe û naxwaze tiştekî bike, lê ez di rojên wanî de radibim derdikevim û li derdorê dinêrim. Dixwazim bibînim ka mirov çi dikin, çi dipeyîvin, çi dixwin û çi vedixwin.
Îsal dîsa di rojeke wanî eletewş de hîn dimeşîyam di kortikekê wer bûm. Min li derdorê nenêrî û wek ku tiştek nebûbe rabûm ser xwe û min meşa xwe domand.
Herî dawî di 13 salîya xwe da li daweta lawê xalê xwe, di govenda bablekan de min got gup û li erdê ketim.
Ketina min a wê wextê û ya îsal.. Pir ferq heye. Wê wexta govendê min pir fedî kiribû. Dînên gundê me, Heyata Dîn, Sebirîyê Din pir bi min keniyabûn, lê kesên qaşo biaqil jî pir kenîyabûn. Ketibûm û ketibûm devê gundîyan. Ez nema hatim daweta sê rojan dewam kir.
Lê ez êdî dibêjim ezê ji çiyê ketinê fedî bikim? Jiyan ketin û rabûn e, em dikevin, em radibin û meşa xwe didomînin.
Wekî ku Albert Camus di Mîtosa Sîsîfos de dibêje, mirov tevî hemû eleteweşîya dinyayê, her carê kevirê xwe hildigire û hildikişe serê çiyê.
Li govenda bablekan bikevim an jî li kortikeke kolanan, ew nîşana wê ye ku ez hîn li ser rê me.
Bi tiştên xweş û bi tiştên eleteweş ez li ser rê bûm îsal jî, bi xatirê te 2025, bi xêr tê 2026.
Mîna Acer
Mîna Xanim,
Bi mektûba te, barek ketin hatin ketin bîra min. Ewqas pir e ku ketin di heyatê da bi zemên ra di zimên da bi mehneyên pozîtîf û negatîf ketiye her derê.
Em dikevin xewê mesela. Çi dibe çi diqewime jî em şiyar nabin, ranabin ji xewa xefletê.
Jin her meh dikevin cil û kinc û kiras û kitanan mesela. Ez ne jin im, lê rihê min jî her meh dikeve cilan. Nalet lê be, giran derbaz dibe, derzî û dermanên doktoran lê kar nakin.
Em bi rê dikevin, em dikevin dilan mesela. Rêya min ji guhên guhdaran ber bi dilên wan va rêyeka dirêj e, gava ez dikevim dilên wan rê naqede, ez zanim li dil rêyeka nû destpê dike.
Gotinên dikevin dev û diranan hene mesela. Digotin gotina ket dev û diranan, wê bigere li bajar û şaristanan.
Navên dikevin defteran hene mesela. Li ba partî û hikûmetan defter hene, navê kê carekê bikeve wan defteran, êdî xwe zor xelas ke.
Ketina ber sikratê heye mesela. Wexta însan dimire, hinek dibêjin rih ji bedenê kişiya, hinek dibêjin rih ji bedenê derket. Dibêjin gava yek dikeve ber sikratê, eger li dorê deng zêde bin girî û hêsiran, rih ditirse û xwe di bedenê de li qirikê digire û loma ew dengên ecêb ji însanê dimire derdikevin.
Ketina pêsîra yekî, ketina şeq û deqên giran, ketina govenda cinan, ketina xwîna yekî, ji quwetê ketin, lêketin, pêketin, jêketin, vêketin, ketin û tim ketin.
Talîya ketinê tune di heyatê da û di zimên da jî. Hem di heyatê da hem di zimên da ji ketinan herhal, a çetin tim dilketin e ku însan bi wê bi derdan jî dikeve, dikeve bextê bayê felekê jî.
Çû û ket 2025 Mîna Xanim , sala 2026an li rê ketinên xweş û eletewş û enteresan bixîne ber dilê te, çavên te û nigên te. Tu li rê bî dîsa û tu rabî dîsa bi rê kevî.
Omer Faruk Baran
Tu jî dikarî mektûba xwe ya ser 2025an ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Jibo mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com