Mektûba Doktor Fûad: Newroza Tekerên Traktoran

25/03/2026
147 caran hatiye xwendin

Sala 99an bû, sala 1999an. Ez 9 salî bûm. Min 3-4 sal in meseleya Kurbûnê zanibû, lê min Newroz nû dibihîst. Bihar hatibû Deyşta Sirûcê, bihar hatibû bes wê salê jî nola îsal baran jî dibarîya. Zad kesk bûbûn û bi qurtequrt ava baranê vedixwarin.

Bavê min got ‘’Em dikê îro Newrozê pîroz bikin’’ Bi ro da me tekerên traktorê, tekerên kevn bûn, birin ser maleka beton. Teker him pir mezin bûn him pir giran. Em dikê di bin da bimana hema bêje.

Berêvarê min got ‘’Bavo de hadê em êr vêxin!’’ Bavo got ‘’Ne niha! Bira tam êvar be, bira derûdor û gundên cîran jî bibînin. Bira Qereqola Hêcegê jî bibîne, bira bibînin em hene!’’

Em hene.. Min got herhal meseleyeka hebûnê ye. Dûra min di televîzyonê da Newroza bajarên din dî. Welllll, çi qelebalix bûn Newroz li wan bajaran.

Min û bavo, me seba Qereqola Hêcegê jî bibîne ar vêxistibû, li wan bajaran wan seba kê ar vêxistibû eceb? 

Sala 2003yan em bi Torosa bavo çûn Newroza Rihayê, li Heleblibaxçeyê. Di rê da ji kasetan stranên Koma Azad, stranên Koma Berxwedan.

Dîsa baran bû. Her der celb bû. Lê ji me ra ne derd û mesele bû. Em ketin govendê, me govend geş kir û em serxweş bûn. Koma Çar Newa tişne digotin û digot finciko, me fehm nedikir, lê ambîyans bes bû.

Niha bêrîya wê Newrozê dikim û rind fehm dikim Koma Çar Newa çi dibêje

yeman yeman yeman yar yeman finciko

ava cêrê hêniko yar yeman yeman 

delal dilê lawiko yar yeman finciko 

yeman yeman yar yar finciko

Vê sala 2026an dîsa sar û serma be jî, ba û baran be jî Newroza we pîroz bê, Newroza te jî pîroz bê finciko! 

Doktor Fûad

<

Mektûba Feratê Dengizî: Newrozên Temenekî

>

Pêsîrên Pîrên Ewrupî û Îngilizîya Kenê Xwedê