Royeka payîzê royeka merîyan nêşîne li ezmên bû. Hewa nola camê bû, wext nola zeytê diçû. Min û pismamên min, me got hîn ku ew ji dest me neçûne, em ji Entaba kaotîk rabin, birevin herin gundê me yê li Deyşta Sirûcê.
Em rabûn bi rê ketin. Di rê da me li stranên Mehmet Atlı – Arjen Arî guhdari kirin û piştî bi dehan stranan em gihîştin gund.
Li gundê me tek însanek jî nemaye. Herkesî bar kiriye çûye. Salên 1990î jiber nebûna avê herkes ji gund derket. Gund piştî wefata kalikê min Hemedxanê Esêf tam teslîm bû.
Zarokîya me li gund bi kewan derbaz bû. Kewên me yên teqlecî, şelwerli hebûn. Lê vê carê, li cîhê zarokîya me, me li şûna kewan, dron firand.
Me şîv çêkir, me li stranên Ciwan Haco û Mihemed Şêxo guhdarî kirin. Şev, dengê muzîkê, dengê gund, vîskî û hizûr.
Me careka din dî ku axa bav û kalan meseleyeka hebûn û nebûnê ye. Şev, dengê muzîkê, dengê gund, vîskî û hizûr.
Doktor Fûad
Doktor Fûad,
Piştî mektûba te hat ez çend royan wer ser kew û dronan fikirîm: me li şûna kewan, dron firand.. Çi tesîreka pir li min kir vê gotina te, me li şûna kewan, dron firand.
Ez dikim bi kew û dronan behsa hîs û hesin û teknolojîyê bikim. Di vê sedsala 21ê da jî hîn hene miletên ji teknolojîyê dûr disekinin. Teknolojî li dera han, tew hinek hene destên xwe tew bi tiştên hesinî nakin, dibêjin însan bi hesinan ji hîskirinê dûr dikevin.
Îro di heyata me de li her hêla me hesin û makîne hene, hema em ji telefon û tabletan destpê bikin heyran. Tek royeka me ya ku hesin li dereka me nakeve heye? Tune. Bi min jî wer tê ku hesin hîskirinê dikuje.
Şor wer tê, kewan difirînî, îhtimal heye ku kew bifire here û venegere. Digotin kew heyibîn çûn, dilşikestî çûn. Kew herin, kew vegerin, venegerin, hîsên hezkirinê, hîsên dilşikestinê çêdibin. Îhtimal heye dron jî bikeve bişikê, lê ne dilê wê dronê heye, ne jî dilê te dişikê bi wê ra.
Em werin ser meseleya axa bav û kalan. Heyran, tu zanî em şênîyên Deyşta Sirûcê, lê vê hêla xeta trênê û li wê hêlê, nabêjin ax, lê dibêjin heri. Bi vê mektûba te ra, şorên Xeyîl hatin bîra min. Û ne tu zanî, em nabêjin Xelîl, lê dibêjin Xeyîl. Ew Xeyîlê li wê hêla xetê, wexta Herba Kobanîyê hîn î zar bû, digo ”Kobanî herîya me ye, em jê dernakevin.”
Axa bav û kalan, heri, meseleyeka mihîm e. Hesinê li canê me dikeve li hêlekê, îro nigên me yên li axa bav û kalan nakevin me dikin însanên bê kok û sewtketî û baskşikestî bi min. Însanên li ser axa bav û kalên xwe, tu dibêjî qey destekê ji wan mirîyên xwe yên li bin axê distînin, li ser xwe, tîk, tiptîk disekinin.
Li metropolan pişta me xûz xotik em bêrîya axa bav û kalan dikin, em bêrîya xwe dikin. Em dixwazin vegerin û werin ser hemd û hişên xwe, lê esrar eroîna metropolan li canê me ketiye êdî, êdî ji canê me zor derkeve, êdî em zor ji metropolan derkevin.
Omer Faruk Baran
Belkî Bala Te Bikişîne:
Tu jî dikarî mektûbên xwe ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Em her tim jî li benda mektûbên te ne. Bo mektûban adres omerfarukbaran@hotmail.com