Mektûba Feratê Dengizî: Newrozên Temenekî

19/03/2026
91 caran hatiye xwendin

Newrozê…

Ha Newrozê… Ji kengî ve dixwazim ji te re binivîsim, lê min newêrabû. Va dawiya emir hat. Divê binivîsîm, bila bi min re neçe gorê… Evîndarê te me, ji te hezdikim, herê…

Ku ji zaroktiyê, ji lîstikên zaroktiyê hatim veqetandin û bi darê zorê berê min dan dibistanê û qet û qet min nedixwest herim ber melê jî, dibistana bi zimanê serdest û biyanî ma rêyek nevegerê. Ji dibistana seretayî heta ya navîn wek ku çavên min bişkuvî bûn, êdî jiyanê nas dikim, tiştina fêhm dikim û bi mezinê mezinan re, bi Yezdanê Dilovan re ketim bazarekê. Divê ku miradê min bike. Bi ya min ez li ser ya xwe bûm, lê dilê Yezdan çi dixwest nizanim. Jixwe ji min û wî/wê pê ve kesî pê nizanibû û ew dilbirihm, afirînêr û kêrhatî bû, ez rebenê Xwede…

Diya min ligel çîrok, metelok û destanên xwe, bi kal û pîra min re qala rojek awarte dikirin: Wisa jin û qîzên xama wê rojê serên xwe bi temeziyên keskûsorûzer dixemilandin, li gor gotina wan ji nîvê meha Adar û wir de ku dê colên pez derkevin şevînê, ji şikeftan derên çolê bi şivan re.. Her malbatê xwarinên xweş çêdikirin, li ber Pîr Ehmed bi rêz dikirin û bi dia û selawatan xwarina xwe dixwarin, agirekî geş bi darêzingên berûyan pêdixistin, li dor êgir govend digerandin û piştî esir ligel diyariyan şivan û pezên xwe oxirî çolê dikirin.

Min tu wate nedidayê, lê bi min pir xweş bû û di rojek ji wan rojan de min dil berda qîzekê, wek zilamê bera, wek ciwanê jêhatî, pê re me li her derê.. Hingî lê dinêrim, di eywana me ya bakur ku li aliyê mala wan dinêrî werbûm, dev û diran tev çûn, lê bazara me hebû bi yê/ya li jor re, divê ku miradê min bianiya cîh, ligel xatirê wê roja pîroz. Ma jê re tiştekî zor bû, na, yê ku ev alem xuliqandiye, ma nikare miradê rebenekî wek min bîne cîh. Tew… Bi kêf bûm, dê bibûna, soza me hebû.

Lê jiyan ne li gorî aqilê min î zarokîn/ciwanîn bû û belkî ez ne di bîra Yezdanê Dilovan de bûm. Di pêşveçûna herikîna jiyanê de ya dilê min pêk nehat û ez jê xeyidîm, hê jî xeydandî me. Ew mezin e, li qisûra min nanêre, lê dilê min şikestî û birîndar e, a wile, welê..

Îja tuyê bê çi îşê min jê… Na ew roja xweşbiharîn î xweşagir, te bayê xortanî û ciwanî di serê min de gobiland û berê min da karekî xêrê. Wek ku tê bi kêrî min bê…

Belê mezinbûm, zewicîm, lê min ew mesele di qorcika dilê xwe de hilanî, na li hev nayêm… Bila eksî be, çî îşê kê jê…

Îja ez dibêm salên 1976 yan 1977 bû, berêvarekê, Newroza delal te li deriyê me da, li deriyê dilê min jî, li Batmanê. Derketîm, bi giranî, lê agir ê lastîkan bû, îtiraza min cîh negirt, bajar û êzing! Tew xwe di ser agir re çeng dikirin, rû- cil tev reşî û qîra lastîkên erebeyan! Ji bonî pêkhatina mirad, a din jî coş… Coşa jiyanî ya ne li gorî dilê dewletê. Belkî dewlet jî hevalê yê/ya li jor…

Lê derdor xemilî. Kêf û coşa girseyî, berbelav, dilê min wek ku qefesê bişkîne, herê jiyan bi dilê min. Ha welê te Newrozê aqilê min çeland, herê tê ya dilê min bînî cîh. Ê din, a din bila li qisûrê nenêre. Agirê roja te bû berbanga jiyana min ku hê jî didome. Ez bi te re, hêz û coşa te ber bi evîn û azadiyê herim, ez ê biçim, va rê diyar e!

Newroza delal, çima tu ewqas bedew î, xweşik î dilkêş î.. Didim pey te, lê têr nabim. Tew pê re pê re li Stesyona Mêrdînê agirê te li serê çiya jî hat pêxistin li gel sikak û kolanên bajêr. Dengê demançe û keleşan jî agirê te, yê dilê me hartir dikir. Herê lo ma evîn ne ev e? Bi Xweda/ê ya/yê ku soza xwe negirtibû û jê xeyidîbûm, rêzdar bûm, de mezina/ê me ye, te coşa dil bi evîna azadiyê dagirt. Di dilê min de cîh jê stend. Ji wê rojê û vir ve şopdarê te me..

Ka nizanim dê hê çi bê serê min. Ma çi hat û nehat, eyb e mirov bibêjê. Zehmetiya dildarî ma ya gotinê ye. Ha min digot çî…

Îja Amedê, Amedê bi te xemilî. Wî bajarê qedîm î mezin bi te bû navenda mehşerê. Jixwe aqlê dildaran, ê sewdaseran sivik e, bila be. Ma ne jiyan tevdê çend roj in, em hatin û em ê herin. Bila bi te dilê min germ be.

Temam. Ha aşiqên mîna min dibê li Bexdê hebûn, tew çermê wan giriwandine, li ser erebeyên hespan gerandine, çi xweş. A dilovanî ev e. Li hember vê xweşikî, rohnayî û şewqa te Newrozê ma mirin çi ye?

Xort û qîzan bi agirên te bedena xwe nexîşandin, gotin “pîrozkirina Newrozê bi şewata bedena mirov xweşik û delal dibe. Wisa mirov layiqî wê ye!” Ew fîstanên gulgulî yê ku ji Zaxrosan berbi ba.. Ma jixwe bi şewata bedenan rohnayî dibû mejî û dil, wijdan hê dibû însan. Herê, wele, a va wisa. Dildarê te me, bi Xwedê/a, bi Qur’ana mala şêx û pirtûkên pîroz ên tevayê dînan Newrozê, bawer be, aşiqê te me, hebûnê bi guliyekî te yî badayî nadim, a rast ev e, herê, herê…

Paşê girtîgeh, zindan… Wele di nav çar dîwaran de jî evîna te ez bernedam. Belê, çar dîwar, erd û ezman beton, lê agirê dilê min, agirê dilê me har, me bi awayekî agirê te pêdixist, govend digirt, awaza me bi ber asîman ve digiha warê te yê bihuşt, digiha çiya!  Û tanî ziman ku evîna Newozê venamire, ev evîn ne ya terk-kirinê ye.

bila ev banga dilê min be;

rojîn bêheq vedikin

revîn jî

melûl in qurnefîl

nehne bêbêhn

û

bêyî te stûxwar in

stûxwar im, Newrozê, Rûkenê..

Feratê Dengizî

Tu dikarî ji Spotify û Apple Podcastsê jî li vê xelekê guhdarî bikî

Spotify, Apple Podcasts

Eger te ji vê mektûbê hez kiribe tu dikarî li van mektûbên din ên Newrozê jî binêrî:

Mektûba Doktor Fûad: Newroza Tekerên Traktoran

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON

<

Navê Te Dîcle û Navê Te Ferat

>

Mektûba Doktor Fûad: Newroza Tekerên Traktoran