Mektûba Guhdar Berîl: Kobanî û Araksî

27/01/2026
118 caran hatiye xwendin

Pîkabeka kalikê min î rehmetî hebû, gewr bû, mezin û bilind bû. Em malbat, kom û kulfet gî diketinê hema bêje.

Kalikê min du sê mehan carê em zar û zêçên xwe li wê pîkabê siwar dikirin û em dibirin ber xeta li Kobanîyê, digot ‘’Em li vir çîşkî ji xwe ra hewaka pak bistînin.’’  

Di 5-6 salîya xwe da, hîn berî ez Kobanîyê bibînim, min zanibû ew nêzîkê me ye, heta min digot nola Elîgor hêleka Sirûcê ye û em kanin bi rihetî herinê û werin, lê ne werga bû. 

Sala 2002yan ez cara pêşî çûm ber xetê. Bihar bû, kalikê min pîkab di ber erdên genim û nîskan ra diajot ber Kobanîyê. Me çiya jî didîn li ser rê.

Ez dibêjim çiya, lê ne çiyayên mest î mezin. Sirûc deyşt e, em li kê derê girekî bibînin em dibêjinê çiya, em dibêjinê qûç. 

Li ber xetê qûçekî bilind heye. Kalikê min pîkab li ber wî qûçî sekinandibû û min hema xwe ji pîkabê avêtibû li dora xwe nihêrîbû.

Kobanî li ber me bû, lê di mabêna me da benekî hesinî hebû. Esker hebûn û mayin hebûn.

Min tam fehm nedikir ku Kobanî seba çi tevî ku ewqas nêzîk e jî ji me ewqas dûr e. Ji bîra min nare, min wê roya xweş a biharê Kobanî bi tirsê nas kiribû. 

Wexta Herba Kobanîyê, sala 2014an, ji hêla din a xetê çend mal hatibûn xwe li gundê me girtibûn. Me însanên ji Kobanîyê nû didîn.

Gundîyan bi hevdu ra şor dikirin, digotin ‘’Vana jî eynî nola me şorê dikin, zimanê van ne yî nola hêla şerqî ye’’ Şoran şor vedikirin û em nas û merîyên hev jî derdiketin bi wan însanan ra. 

Jineka navê wê Edal jî hatibû gundê me. Qîzeka wê ya 6-7 salî hebû, navê wê Araksî bû, porê wê dirêj û reş, rûyê wê gewr û sipî, çavên wê hêşin bûn.

Kurmancîya wê pir xweş bû. Nola mezinan şor dikir. Mezinan banê dikir, digotin ‘’Hele were vir vir, hele were, hele were çîşkî ji me ra şorê bike’’ Araksî têr şor dikir û strana ‘’Kobanî îro xemgîn e’’ digot. 

Mala Araksî wan çend mehan li gundê me man û dûra çûn. Gotin ‘’Hêla me pak bûye, herb sekiniye’’ û berê xwe dan Kobanîyê.

Wexta derbaz dibin, li xetê bavê Araksîyê pêla mayinan dike û dimire li ber çavên wê. Me piştî du sê salan bihîst. 

Niha sala 2026an dîsa xeberên ne xweş tên ji Kobanîyê. Ez nizanim niha çi dike Araksî? Belkî bêrîya bavê xwe dike û dîsa wê stranê dibêje: Kobanî îro xemgîn e.

Guhdar Berîl

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî seba weşana wê nesekine û dewam bike tu jî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe hema bisekinînî.
PATREON
<

Mektûba Guhdar SH. û Hesabê Elîyê Qerejdaxî

>

Raporên Partîyên Meclîsa Tirkîyê û Xatirayên Aralov